Polîsan îro (14ê Cotmehê) di saetên sibehê de bi ser avahiya navendî ya Halk TVyê ya li Stenbolê de girt. Qeyûm ji bo kanalê hat tayînkirin, weşana televizyonê hat rawestandin.
Bernamegerê Halk TVyê Deniz Bayramoğlu di saet 05.15an de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got: “Ji bo Halk TVyê qeyûm hat tayînkirin. Tîmên Şubeya Darayî, KOM û TEMê li kanalê lêgerînê dikin. Heyeta qeyûm dest danîn ser rêveberiyê.”
Dema tîmên polîsan di avahiyê de lêgerîn dikirin, rêya ku kanal lê ye ji trafîkê re hat girtin. Destûr nehat dayîn ku xebatkar bikevin avahiyê.
Li ser hesabê medyaya civakî ê Halk TVyê jî hat ragihandin ku qeyûm ji bo kanalê hatî tayînkirin û weşan hatine rawestandin.
Daxwaza weşanê ya Suat Toktaş hat redkirin
Heyeta qeyûm a ku ji bo Halk TVyê hatiye tayînkirin, li gel tîmên polîsan ket avahiyê.
Rêveberê Weşanê ê Giştî ê Halk TVyê Suat Toktaş bi serokê heyeta qeyûm re civiya û ji bo mafê agahîstendina gel daxwaz kir ku weşanên zindî berdewam bikin. Lê belê ji hevdîtinê encam nehat girtin.
Deniz Bayramoglu piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û got: “Hevdîtina Berpirsê Weşana Giştî ê Halk TVyê Suat Toktaş a bi serokê heyeta qeyûm re ya li ser berdewamiya weşanê bêencam ma. Weşana Halk TVyê hat rawestandin.”
Toktaş pêşniyara heyeta qeyûm a “bihevre xebitînê” jî red kir û weha got: “Têkiliyên me yên kesane tiştekî din in, lê belê niha li vir tiştekî neheq û bêhiqûqî çêdibe. Ji ber vê yekê jî tiştekî me yê weke ‘em ê bi hev re kar bikin’ nabe. Pêwendiya vê bi şexsê we re nîne.”
Mahiroglu: Polîs li Halk TVyê ne
Serokê Desteya Rêveberiyê ê Halk TV’yê Cafer Mahiroglu jî serdegirtina polîsan li hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand.
Mahiroglu di parvekirina xwe de got: “Lîderê butlanê Kemal Kiliçdaroglu û ekîba wî dikarin kêfxweş bibin. Polîs li Halk TVyê ne.”
Hat îdda kirin ku operasyon bi lêpirsîneke ku li Îzmîrê tê meşandin re têkildar e, ji bo Mahiroglu biryara desteserkirinê hatiye dayîn û yek ji rêveberên îdarî yên kanalê Harika Akkaya li malê hatiye desteserkirin.
Ozgur Ozel: Em li gel azadiya çapemeniyê û kedkarên Halk TVyê ne
Serokê Giştî ê Partiya NÛyê Ozgur Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a ji bo Halk TVyê da û di daxuyaniya xwe ya di hesabê medyaya civakî de operasyon wekî mudaxeleya li hemberî azadiya çapemeniyê bi nav kir.
Ozel got: “Di berbanga sibehê de serdegirtina kanala televizyonê û tayînkirina qeyûm tenê tiştek e ku diktator dikarin bikin.”
Ozel diyar kir ku di serdemek ku qeyrana aborî, pirsgirêka debarê û neheqî berdewam dikin de mudaxele li Halk TVyê hat kirin.
Ozel pratîkên qeyûm ên li hemberî şaredariyan bibîr anî û got ku niha jî mudaxele li rêveberiya kanala televizyonê ku bi mîlyonan kes lê temaşe dikin tê kirin.
Ozel destnîşan kir ku ew piştevanê xebatkarên Halk TVyê ne û wiha berdewam kir:
“Em li cem Halk TVyê, azadiya çapemeniyê, bi sedan kedkarên ku li wir dixebitin û malbatên wan in.
“Tirkiye dê vê xerabiyê têk bibe. Em gelê xwe vedixwînin ku heta dawiyê xwedî li vê têkoşînê derkeve. Gel dê qezenc bike, derbekar û wesayetparêz dê têk biçin.”
(HA/AY)






