Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Polîsan li derdora saetên 02.15 deqîqeyan avêtine ser buroya malpera nûçeyan a bi navê sendika.org de ku buroya wan li navçeya Şîşlîyê ya Stenbolê ye.
Malperê destnîşan kir ku ji ber lêpirsînek derbarê edîtorê wan Alî Ergîn Demîrhanê de polîs çûne buroyê.
Polîs bêyî ku xebatkar, rayedar an jî parêzer li nava buroyê hebin, tenê rêveberê avahiya ku buro lê ye birine û ji bo li buroyê bigerin derî şikandine. Paşê parêzer çûne buroyê, lê polîsan demekê nehiştiye parêzer bikevin buroyê.
Piştî ku lêgirînê polîs ji buroyê çûne.
Piştî referandûmê jî hatibû desteserkirin
Edîtorê malperê Alî Ergîn Demîrhan bi tohmeta ku “hewl daye encamên referandûmê rewa nîşan nede” 20ê Nîsana 2017ê hatibû desteserkirin. Heman rojê saet 05.45ê de polîsan bi ser buroya sendika.org de girtibû û li hundir geriya bûn.
Demîrhan herweha 28ê Gulanê ji ber nûçeya bi navê “Em dikarin dîktatoriyê bidin sekinandin” û parvekirinên wî yên medya civakî, bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” hatibû desteserkirin. Piştî dayina îfadeyê serbest mabû.
Ji ber ku 61 caran malpera wan hatiye astengkirin niha li ser navnîşana sendika62.org weşana xwe dikin. (AS/FD)