Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan vê sibê bi ser avahiya Şaxa IHDya Amedê ku li navçeya Yenîşehîrê ye ve girtiye. Her weha polîsan avahî dorpêç kirine û lêgerîn dane destpêkirin.
Polîsan vê sibehê bi ser avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ku li navçeya Yenîşehîrê ve girtin e. Polîsan avahî dorpêç kiriye û li nava komeleyê dest bi lêgerînê kiriye.
Li gor agahiyan, serdegirtina îro ya şaxa ÎHDê ya Amedê di encama lêpirsînekê de ye ku ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Semsûrê û Şaxa Îstîxbaratê ve bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê hatiye destpêkirin.
Hatiye ragihandin, di heman demê de li gel serdegirtina ofîsa şaxa ÎHD ya Amedê, polîsan bi ser mala Sekreterê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ferhat Berkpinar jî girtiye û li mala wî jî lêgerîn hatiye kirin.
Her weha parêzerên komeleyê hatin komeleyê û lêgerîn û dorpêça polîsan berdewam dike.
Lêgerîna nava avahiyê nêzîkî nîv saetî dewam kiriye û piştî vê serokê komeleyê Abdûllah Zeytûn daxûyanî daye û gotiye:
"Gotin ku ew ji bo desteserkirina Ferhat Berkpinarî hatine, lê belê me jî dît ku dest danîne ser agahî û belgeyên komeleyê yên 33 salî ku yekser eleqeya wan belgeyan bi Berkpinarî re nîne û her weha bi tenê belgeyên têkildarî xebatên ÎHDê ne. Dest danîne ser eşyayên şexsî yên xebatkaran jî. Îtiraz û daxwaza me ya derbarê vê rewşê de nehat qebûlkirin û heta nehat qeydkirin jî."
"Biryara nepenî li ser dosyeyê heye"
Zeytûnî destnîşan kiriye ku li ser dosyeya lêpirsînê biryara nepen heye û ji ber vê ti zanyarî û belgeyekî nedane me.
Her weha parêzeran xwestinê bi Ferhat Berkpinarê ku desteser kiriye re hevdîtinê pêk bînê lêbelê bi hêceta ku qedexeya hevdîtinê heye daxwaz qebûl nekirine. Zeytûnî diyar kiriye ku wan zanyarî stendine ku wê Berkpinarî bibin Semsûrê.
Zeytûnî destnîşan kiriye ku polîsan derê komeleyê şikandine.(TP/AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya, Rûdaw