Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Amedê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a li navçeya Peyasê, weşanxaneya J&J û gelek malan de girtine.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsînek daye destpêkirin. Serdozgeriyê di encama wî karî de ev lêpirsîn daye destpêkirin ku piştî polîsan bi ser KCDyê de girtine û dest danîne ser dokumanan hin zanyarî hatine bidestxistin.
Serdozgeriyê ji bo 64 kesan biryara desteserkirinê derxistiye. Di saetên sibehê de polîsan li Amed, Îzmîr, Stenbol, Edene, Şirnex, Êİih û Wanê bi ser malan de girtine. 42 kes îro hatine desteserkirin ku Mehmet Demîr, Hevşaredarê Êlihê yê qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin, Naşîde Toprak, Hevseroka Farqînê, rêveber û endamên KCD, HDP, Komeleya Jinan a Rosayê, DBP û hin sendîkayan û parêzer di nav de ne.
Piştî ku polîs li avahiya KCDyê geriyane û karê xwe qedandine, mohr li derî xistine. Wesayitê bizirx ên polîsan li ber deriyê avahiyê hatine bicihkirin.
Kesên hatine desteserkirin ev in
Endamên Dîwana Serokatiya KCDyê Jiyan Taş û Huseyîn Kaya, Rêveberê Komeleya Jinan a Rosayê Rojda Bariş, Hevşaredara Farqînê ya di hepsa malê de ye û qeyûm li şûna wê hatiye tayînkirin Naşîde Toprak, endamê Meclîsa Şaredariya Hezroyê Fesîh Balbey, endamên Meclîsa Şaredariya Bedlîsê Enver Çelîk û Aynûr Aktar, ji navçeya Çinarê Enver Temîz, rêvebera MEBYA-DERê Yildiz Damla, endama Meclîsa Partiya DBPyê Leyla Bagatir, endama Meclîsa Giştî ya KESK û TUM BEL-SENê Ateyn Tekeş, Serokê Şaxa BESê ya Amedê Sûphî Îzol, endama Desteya Rêveber a Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyan Arîn Zumrut, Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek, Parêzer Berdan Acun, Hevserokê HDPyê yê Karazê Cîhat Ay, Hevseroka HDPyê ya Pasûrê ya berê Selva Akkoyûn, ji navçeya Rezanê Gurbet Çakar, ji navçeya Farqînê Mehmet Saglam, Fatma Bulbûl û Tahir Turan.
Polîsan 42 kesên ku hatine desteserkirin, birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê û li vir karûbarên wan ên îfadegirtinê wê dest pê bikin (RT/AY/FD)