Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsan bi ser avahiya rêxistina navçeya Esenyûrtê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de girtiye. Esenyûrt navçeyeke li Stenbolê ye.
Polîsan bêyî ku haya rêvebirên HDPyê jê çêbike, bi ser avahiyê de girtiye û HDPyî sere sibê dema çûne avahiya partiya xwe, bi serdegirtinê hesiyane. Her weha polîsan ji bo serdegirtinê ti sedem nîşan nedaye.
Li gorî nûçeya MAyê, polîsan deriyê avahiyê şikandiye û ketine hundir. Li gorî heman nûçeyê, polîsan al û flamayên HDPyê, Partiya Çepên Kesk û yên Tifaqa Ked û Azadiyê qetandine û dest danîne li ser fotogarfên Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî, yên li avahiyê.
Hevserokê rêxistina navçeya Esenyûrtê yê HDPyê Ercan Saglamî ji bianetê re got ku “Duh bi şev, ber serê sibê polîs ketine nav avahiya me ya navçeyê. Hemû der li binguhê hev xistine û talan kirine. Li vir pirsgirêk ev e; di rewşên asayî de polîs di dema serdegirtinan de zanyariyê didin rêvebirên me yên bajar û naçeyan.
“Keyayê taxê yan jî cîran jî tên, ya hiqûqî ev e. Dibin mîna şahidên serdegirtina polîsan. Ji bo çavdêriyê li rewşa wir bikin. Lê di dema serdegirtina navçeya me de pirsgirêk ev e, yek ji van jî nehatiye kirin. Bifikirin, polîsên sivîl ên li vir jî nizanîbûn. Me zanyarî da wan. Li vir bêhiqûqî gelekî zêde ye.”
Rêxistina bajarê Stenbolê ya HDPyê wê giliyê polîsan bike. (EMK/FD)