Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Amedê endam û rêvebirên HDPyê bi armanca piştgiriyê bide Leyla Guvenê dest bi gireva birçîbûnê kirîbû. Piştî destpêkirina girevê polîsan bi ser avahiya HDPyê ya Amedê de girt û 49 kes desteser kirin. 2 roj berê jî di heman avahiyê de 25 kes hatibû desteserkirin.
Parlamentera HDPyê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civata Demokratîk(KCD)ê Leyla Guvenê li dijî tecrîdê dest bi gireva birçîbûnê kiriye.
Li avahiya HDPyê ya Amedê hinek endam û rêvebirên HDPyê ji bo piştkiriyê bidin vê çalakiya Guvenê dest bi gireva birçîbûnê kirin û polêsan operasyoneke li ser avahiyê pêkaniye.
2 roj berê di 10yê Kanûna Pêşiyê ya 2018an de jî polêsan bi ser avahiya HDPyê ya Amedê girtin û 25 jin desteser kirîbû.
Li gor nûçe ya Ajansa Mezopotamyayê navên kesên ku hatiye desteser kirin ev in:
Medya Kartal, Deniz Yıldız, Savaş Babur, Niyazi Erdoğan, Latif Eminoğlu, Gıyasettin Duman, Cemal Özdemir, Vahap Polat, Hüsnü Aslan, Kemal Baran, Nurettin Bakan, Nazım Öcal, Recep Yapsur, Murat Yetişkin, Selahattin Kurt, Mehmet Taş, Kenan Kaydu, Alişan Binen, Abidin Karaman, Faruk Altun, Medeni Hazar, Fesih Balbay, Fatih Kağanaslan, Fahri Kaplan, Mehmet Yetişkin, Ercan Ceylancı, Sertip Yetiş, Salih Peksu, Şahin Kabaiş, Ali Yılmaz, Mehmet Yaman, M. Ali Altınkaynak, Murat Kılıç, Sakine Karadeniz, Şehmus Şenyiğit, M. Şirin Daşlık, Veli Mutlu, M. Şirin Karakaş, Ali Vural, Ramazan Sarı, Şefika Yürümeyen, Mensur Ekdemir, Ayten Fidan, Kadri Bilen, Reşat Ocaklık, Baran Kardaş, Dilan Yüce, Zeki Baran, Hacı Osman Noyan.
Rêvebirên HDPa Amedê Ramazan Kaval û Mustafa Akengîn jî ji bo di derheqê kesên ku hatiye desteserkirin de agahî bigre diçin Midûriyeta polêsan a Amedê. Lê her dû jî li wir hatine desteserkirin.
Kesên hatine desteserkirin hemû li Midûriyeta Polisan a Amedê ne.
(AS/AY/MB)
*Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.