Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya ku Weşanxaneya Avestayê li Mêrdînê pêk aniye, di nêvî de maye.
Avestayê li Mêrdînê di 10ê Çiriya Pêşiyê de bi beşdariya şanonûs û derhêner Mîrza Metînî bi moderatoriya nivîskar Çetoyê Zedoyî, bernameya bi navê "Dîwana Şanoyê" li dar xistiye. Polîs çûne Markûlo Performans ya ku bername lê pêk dihat û bi sedema "pandemiyê" xwestine bernameyê asteng bikin. Piştî vê rewşê Weşanxaneya Avestayê bernameyên xwe yên li Mêrdînê betal kirine.
GOTÛBÊJÊN AVESTA
— Avesta Yayınları (@avestayayin) September 29, 2021
LI MÊRDÎNÊ-MARKULO PERFORMANS
(HEVDÎTIN - KONFERANS - ÎMZE)
09.10.2021, Şemî, Saet: 15:00
Yehya Omerî
17.10.2021, Yekşem, Saet: 15:00
Burhan Tek
24.10.2021, Yekşem, Saet: 15:00
Mûrad Dildar
31.10.2021, Yekşem, Saet: 15:00
Şêxo Fîlîk
Markulo Performans
Mardin pic.twitter.com/bGAPOQMxgh
Weşanxaneya Avestayê derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye:
"Em Gotûbêjên Avesta li Mêrdînê radiwestînin. Di gotûbêja yekşemê ya Mîrza Metîn de polîs hatin, destpêkê gotin ji ber pandimî hûn nikarin çêbikin, piştre xwestin foto bigrin, dawî jî diyar bû ku naxwazin hevdîtin-konferansên kurdî çêbibin. Ji ber rewşa kesên pêwendîdar, em mecbûr man vêga bernamê rawestînin. Hêvîdar in di demeke kurt de dîsa karibin hev bibînin."
Em Gotûbêjên Avesta li Mêrdînê radiwestînin!
— Avesta Yayınları (@avestayayin) October 12, 2021
Mardin söyleşilerini durduruyoruz! pic.twitter.com/EcgI3IgZgi
(KÖ/FD)