Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku dadgehekê biryara girtina wê derxistiye, polîsan Ayşe Gokkan, Berdevka Demkî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) desteser kiriye.
Gokkan li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihate dadgehkirin û di danişîna dawî de bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” û “rêvebera rêxistinê ye” biryara girtinê ji bo wê dabûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, polîsan duh bi şev (27ê Kanûna Paşiyê ya 2020an) bi ser mala Gokkanê de girtine ku li taxa Gazîler ya Kayapinara Amedê ye. Polîsan ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.
Parêzerên Gokkanê gotine ku Gokkan wê îro (28ê Kanûna Paşiyê ya 2020an) bibin edliyeyê û derxin pêşberî heyeta 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê.
Parêzeran her weha li dijî biryara girtinê serî le 10em Dadgeha Cezaye Giran a Amedê dane.
“83 caran desteser kirine”
Meclîsa Janan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê Twitterê biryara desteserkirina Gokkanê bi gotina “nîşana dijminatiya li dijî jinan” nirxandiye û wiha gotiye: “Hûnê nikaribin Gokkanê bêdeng bikin ku 83 caran desteser bûye, bi salan di girtîgehan de maye lê ji têkoşîna azadiya jinan paş de gav neavêtiye.” (EKN/FD)