Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan operasyon birine ser du akademisyenan û xebatkarên saziyên sivîl. Di encamê de gelek kes hatine desteserkirin.
Li gorî zanyariyan dîsa di encama operasyonê de li gel Prof. Betul Tanbay akademisyena aştîxwaz a ji Zanîngeha Bogaziçiye û Pro. Tûrgût Tarhanli Dekanê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgiyê, Yîgît Ekmekçî wekîlê serokê lijneya rêveberê Anadolû Kulturê, Ali Hakan Altinay endamê lijneyê, Asena Gunal koordînatora giştî ya komeleyê, Meltem Aslan Hevdîrektora Navenda Bîrê û midûra giştî ya berê ya Anadolû Kulturê, ji Anadolu Kulturê Bora Sari, Ayşegul Guzel, Hande Ozhabeş, Filiz Telek û Yigit Aksakoglû û produktor Çigdem Mater û Yûsûf Civir hatine desteserkirin. Navê keseke/î desteserkirî nehatiye zanîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA) ji bo 20 kesan biryara desteserkirinê hatiye derxistin.
Çigdem Mater dema ji bo kişandina filmekî li Kaşê bûye hatiye destesikirin. Hate zanîn ku Mater piştî kontrola tenduristiyê wê bînin Stenbolê.
Parêzer Asli Kazanê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye ku ji bo Prof. Dr. Turgut Tarhanliyî biryara desteserkirinê ya ji bo sê rojan hatiye standin. (EMK/FD)