Fotograf: Facebook
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê dimeşîne, polîsan vê sibê li 12 bajaran bi ser navendên partiyê û malan de girtine.
Polîsan di serdegirtina malan de Ozlem Gumuştaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Pinar Gayîp, Nûçegîhana ETHA'yê, Sitkî Gungor, Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di navde 48 kes desteser kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Dozgeriyê derbarê 52 kesan de biryara desteserkirinê daye stendiye û polîsan 48 kes desteser kirine.
Polîsan bi ser Navenda Giştî ya ESPê ya li Enqereyê, avahiyên ESPê yên li Îzmîr û Stenbolê û navçeya Bayrakli ya Îzmirê, Buroya Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) ya li Stenbolê, avahiya Weqfa Lêkolînên Zanist, Perwerde, Estetîk, Çand û Hunerê (BEKSAV) de girtine.
Polîsan li Navenda ESPyê 4 saetan lêgerîn kirine.
Polîsan deriyê avahiya partiyê şkindine
Polîsan, di serdegirtina avahiyên ESPê de, li Îzmîrê deriyê avahiya partiyê ya navçeya Bayrakliyê şikandine. Dîsa bi ser nexweşxaneyê de girtin û xwestin Asil Benler a emeliyat bûye desteser bikin. Hat zanîn ku polîs piştî Benler ji nexweşxaneyê derket dê bibin midûriyeta polîsan û îfadeya wê bistînin.
Li Amedê jî polîsan endama ESP'ê Zindan Dorudemir a bi şev li cihê kar dixebitî desteser kirine.
Kesên ku hatine desteserkirin
Hevseroka Giştî ya ESPyê Ozlem Gumuştaş, Nûçegîhana ETHAyê Pinar Gayip, Endamê Meclîsa HDPyê Sitki Gungor, Endama MYKya SKM'ê Satiye Ok, Hevseroka ESPyê Ezgi Bahçeci, Hevberdevka HDPya Stenbolê Pinar Turk, Parêzer Kamil Agaoglu, Zindan Dorudemir, Alev Ozkiraz, Ozan Ozgenler, Kerim Altinmakas, Tuncay Kiliç, Ridvan Coşkun, Nesrin Salduz, Kutay Soybil, Efe Ozcan, Hakan Kafadar, Nazli Masatçi, Orçun Masatçi, Mehmet Kuçukgunaydın, Yunus Kara, Medine Çam, Burak Yilmaz. (RT/FD)