Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê yên di Federasyona Kûlûbên Fikirînê de xwestin Komkujîya Kizildereyê yad bikin. Polîsan 37 xwendekar desteser kirin.
Xwendekaran nivîseka li ser paçikekê li ber deriyê Fakûlteya Fen-Edebiyatê vekir. Li ser paçikî “tov bûn li nava axê belav bûn. bi hezaran Mahîr dê şîn bibin.”
Li gor şahidhalan xwendekaran slogan gotine, polîsên sivîl xwendekar desteser kirine.
Yek ji xwendekarên desteserkirî ji bianetê re got rewşa desteserkiriyan baş e. Ew di dema desteserkirinê de nehatine hingavtin.(TP/EKN/MB)