Polîsan 31 akademîsyen desteser kirine
Polîsan, ji bo lêpirsîna derbeya 15ê Tîrmehê li 5 bajaran 31 akademîsyen desteser kirine.
![Polîsan 31 akademîsyen desteser kirine](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/177/135/original/üni_(1).jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Polîsan, ji bo lêpirsîna derbeya 15ê Tîrmehê li 5 bajaran 31 akademîsyen desteser kirine.
Li gor nûçeya Hurriyetê hinek ji desteserkiriyan profesor in.
Hêzên ewlehiyê eşkere kiriye ku wan li odeyên akademîsyenên Zanîngeha Stenbolê pereyên 1 dolar dîtine.
Li gor hêzên ewlehiyê derbekaran ji bo hev nas bikin ew 1 dolar bi kar anîne.
7 akademîsyen û rektorek hatine girtin
Piştî hewildana derbeyê, ya kêm 24 zanîngehan 743 akademîsyen ji karê wan bi dûr xistine.
Heta niho 12 akademîsyen hatine desteserkirin, 7 ji wan hatine girtin. Sê rektor(serokên zanîngehan) hatine desteserkirin û Prof. Dr. Aysegul Jale Saraça rektor hatiye girtin. (BK/MB)