Ji ber ku derbarê kuştina leşkeran de peyam li ser hesabên xwe yên medyaya civakî weşandine, 18 bikarhêner hatine desteserkirin.
Wezîrê Kar û Barên Hundir Alî Yerlîkayayî derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand. Li gorî daxuyaniya Yerlîkayayî, wan derbarê mijarê de lêpirsîn daye destpêkirin. Di encama vê lepîrsînê de xwedî û rêvebirên 170 hesabên medyaya civakî derxistine holê. Ji van 133, li devreyî Tirkiyeyê ne. Yerlîkayayî destnîşan kir ku van bikarhêneran “peyamên provokatîf dane, pesnê rêxistinê dane, propagandaya rêxistinê kirine û zanyariyên şaş bi zanebûn belav kirine.”
Polîsan bi ser çendîn navnîşanan de girtin ku 37 kesên diyarkirî, werin desteserkirin. Ji van 18 kes hatin desteserkirin, xebatên zeftkirina 19 gumanbaran berdewam in. (AS/FD)