Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hêzên ewlehiyê li jinên trans ên li İskitlera Enqereyê kar dikin dane û dest danîne ser wan. Polîsan hin jinên trans birine û danîne cihên xalî yên li Golbaşi, Polatli û Kayaşê.
Li gorî zanyariyên ku Pembe Hayatê dane, polîsan 15ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh), komeke jinên trans ên li İskitlerê kar dikin, xistine wesayitên xwe û birine Golbaşiyê.
Jineke ku Pembe Hayat pê re axivî ye, diyar kiriye ku bêyî sedemekê nîşan bidin hêzên ewlehiyê ew bi darê zorê xistine wesayetan û birine Golbaşiyê. Di dema çûnê de heqaret li jinên trans hatiye kirin û rastî tundkariya polîsan hatine.
Jineke din jî gotiye ku hêzên ewlehiyê yên li İskitlerê gef li wan xwarine. Pembe Hayatê destnîşan kiriye, polîsên ku wesayitên transan dane sekinandin û gaz avêtine nava wesayitê û tundkarî li jinan kiriye gotine, “Careke din hûn werin vir, em ê li we xin.” Dîsa hatiye gotin ku polîsan zerar gîhandine wesayitên jinên trans.
Transên ku gef li wan hatiye xwarin, wê pêvajoya hiqûqî bidin dest pê kirin.
Li gorî zanyariyên ku Pembe Hayatê dane, di demên dawiyê de li Enqereyê jinên trans gelek caran rastî cidaxwaziyê hatine. (ÇT/FD)