Fotograf: DGD-SEN
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Karkerên li Migros Depoyê kar dikin, çend roj in ji bo mehaneyên wan zêde bibe, çalakiyê li dar dixin. Duh bi şev polîs ketine nava avahiyê ku li Esenyûrtê, navçeya Stenbolê ye.
Polîsan karker dorpêç kirine û ew ji avahiyê derxistine. Tevlî Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Depo, Lîman, Tersane û Behrê (DGD-SEN), du rêveberên sendîkayê, 150 karker hatine desteserkirin.
Bu akşam Esenyurt Migros depoya kardeşlerimizi gözaltına almak için yüzlerce polisin sokulduğu anların görüntülerini kamuoyuyla paylaşıyoruz… Ve tabi neşemizi ve direncimizi de!
— DGD-SEN (@DGDSEN) February 8, 2022
Tuncay Özilhan korkmaya devam etsin, yine geleceğiz!#HaklarıVerMigrosDepo pic.twitter.com/2c7zUTgYjn
Desteserkirina karkeran li ser medyaya civakî hatiye protestokirin. Li ser Twitterê bi hashtaga "Mafan bide Migros depo" û "Migros boykot" mesaj hatin weşandin.
Polîsan karker û rêveberên sendîkayê birine Qereqola Kiraçê û derengê şevê ew serbest kirine. Karkeran paşê daxuyanî daye û gotiye "Em ê dîsa werin, em ê qet dest ji berxwedanê bernedin."
Karker çi dixwazin?
Karkeran di 3yê Sibatê de dest ji kar berdan. Karkerên Migros Depoyê daxwaza van tiştan dikin:
- Bila heqdest serê saetê 4 TLyî zêde bibe
- Bila sîgorta fermî bibin
- Bila tedbîrên tenduristiya karkeran û ewlehiya karî werin standin
(TP/FD)