Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji 21 rojnamegerên ku di 8ê Hezîranê de bi serdagirtina malan de hatibûn desteserkirin Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç û Omer Çelîk bi rêya parezerên xwe Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) yê peyam şandine.
Altan: Em rojnameger in
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Serdar Altanî di peyama ku şandiye de wiha gotiye: “Krîza aborî kûr dibe, çend operasyonên leşkerî tên plansazîkirin û em dikevin pêvajoya hilbijartinê. Rojnamevan jî van pêkanînan dişopînin û dikin nûçe. Sedema binçavkirinan dibe ku tenê ev be. Hefteya derbasbûyî rojnamevan Dîcle Muftuoglû hatibû binçavkirin û 4 rojan di binçavan de mabû. Sedema wê jî ji ber ku piştgirî daye hevalên xwe yên rojnamevan. Piştî ku wê berdan, me girtin. Kê dizane ka wê vê carê me bi çi tawanbar bikin. Lê belê em rojnamevan in. Em ê her nûçeya binivîsinin."
Orûç: Agahiya polîsan jî nîne
Ji edîtorên Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç jî destnîşan kiriye ku ew bi xwe jî nizanin ji ber çi hatine desteserkirin û wiha gotiye: “Biryara desteserkirinê hatiye dayîn û heya 4 rojan jî hatiye dirêjkirin. Tişta ku em dizanin ev e. Em pirsa sedema binçavkirina xwe ji polîsan dikin, ew jî tiştekî nizanin. Ji me re dibêjin ‘biryar heye’. Jixwe dema em bala xwe didinê, desteserkirina hard dîskên saziyên ku em tê de dixebitin û rojnamevanên binçavkirî, sedemê fam dikin. Karê me yên rojnamegeriyê tên lêpirsînkirin. Ev demekî dirêj e ku ez roportajên kolanan dikim. Ew roportaj tev jî tên weşandin. Di naveroka wan weşanan de nikarin hincetekî sûc bibînin. Ji ber wê hard dîskan ji kompîtûran derxistin û birin. Dê hewl bidin ku ji van hard dîskan tiştekî derxin. Hewldanekî pûç e. Hem di hêla van binçavkirinan de hem jî helwesta bêdengkirina rojnamevanan de ev tiştên ku dikin, dê negihîje armanca xwe."
Çelîk: Em nizanin em bi çi tên tawanbarkirin
Rojnameger Omer Çelîk jî di peyama ku şandiye de anîye ziman ku ew bi sedemên siyasî hatine desteserkirin û wiha gotiye: “Rojnamegerî tê krîmînalîzekirin. Karê rojnamegeriyê dixwazin wek qadekî bi talûke û pîşeyek ku pêşiya wê nayê dîtin, bidin nîşandan. Em çend roj in di binçavan de ne, lê belê em nizanin ji çi tên tawanbarkirin. Bi min ew jî nizanin. Ji ber vê yekê dema binçavkirinê dirêj dikin û dixwazin tiştekî bibînin. Tişta ku ew bibînin dê tenê nûçeyên me bin.”(RT/AY)