* Foto: Emrah Yorulmaz – İstanbul / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
16 roj li ser windabûna Cemal Kaşikçi, nivîskarê rojnameya Washington Postê, welatiyê Erebistana Siûdiyê re derbas bûn. Lêpirsîn berdewam dike.
Duh polîs di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê dimeşîne de cara duyem çûne Balyozxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê ye. Kaşikçi beriya ku winda bibe çûye Balyozxaneyê û ji wê rojê û vir ve winda ye.
Midûriyeta Emniyetê ji rojnamegeran re diyar kiriye ku “ew wêneyê laşî yên li ser medyaya civakî belav bûne û tê gotin ku ê Kaşikçiyî ne, ne yê wî ne. Ew wêne yên berê ne ku DAIŞê par ve kirine.”
Bitikîne - Li Konsolxaneya Siûdiyê polîs li şopên Kaşikçiyî geriyane
WP: Bi daxwaza prensê welîaht hatiye kuştin
Rojnameya Washington Postê di nûçeya xwe ya derbarê Kaşikçiyî de gotiye, Mûhammed bin Selman, Prensê welîaht ê Erebistana Siûdiyê xwestiye rojnamegerî bêdeng bike ku muxalifê rêveberiya Siûdiyê bûye.
Di nûçeyê di bi van gotinan behsa Kaşikçiyî hatiye kirin: “Rojnamegerê berê nêzîkî qesrê bûye, lê niha bi taybetî hikûmet û pismîrî rexne dike.”
Wezîr Gul: Em bi baldarî û serkeftî pêvajoyê dimeşînin
Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê vê sibehê beşdarî bernameya Ajansa Anadolûyê ya bi navê Maseya Editorî bûye û gotiye “Tirkiye vê pêvajoyê gelekî bi baldarî û serkeftî dimeşîne.”
Di vê navberê de Donald Trump, Serokê DYAyê gotiye ku wan ji Tirkiyeyê qeyda deng û dîmenan ji Tirkiyeyê xwestiye.
Duh Washington Postê, hefteya borî jî televizyona CNNê nivîsandibû ku “qeyda vîdeoyê ya ji 11 deqîqeyan pêk tê di destê polîsan de heye ku derbarê kuştina Kaşikçiyî û aqûbeta cesedê wî de ye.”
Çi bûbû?
Ji 2yê Çiriya Pêşiyê saet 13.00ê û vir ve ti agahî ji Cemal Kaşikçiyî nayê wergirtin ku di wê demê de çûye Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê.
28ê Îlonê ji Kaşikçiyî re hatiye gotin ku “kaxizên te ne amade ne” û jê xwestine ku 2yê Çiriya Pêşiyê dîsa here Konsolxaneyê.
Dîmenên ku dema Kaşikçi dikeve Konsolxaneyê duh di rojnameya Washington Postê de hatibû belavkirin.
Ji bilî Reutersê û rojnamegerên ji Tirkiyeyê, Tûran Kişlakçi Serokê Komeleya Medyaya Tirkan û Ereban jî îdia kirine ku Kaşikçi hatiye kuştin û cesedê wî ji avahiya Konsolxaneyê hatiye derêxistin.
Di vê navberê de ji bo lêpirsîna edlî li Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê bişopîne, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, erk daye wekîlekekî serdozgeriyê û dozgerekî komarî. (AS/FD)