Ji bo nûçeya Tirkî
Polêsan îro li Stenbol Gaziyê bi ser nûçegihana Kovara Yuruyuşê Ebru Yeşilirmak gule reşandin. Guleyên polêsan li pişta Yeşilırmakê ket û ew bi giranî bû û wê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Stenbolê ya Cerrahpaşayê.
Parêzer Oya Aslanê derbarê bûyerê de ji bianetê re axivî û got:
‘Îro nava rojê wesayîta ku Yeşilırmakê jî tê de bû ji hêla polêsan ve hatiye teqîp kirin û polêsan dirêjî wesayîtê kiriye. Dema ku lastîkên wesayîtê diteqin û wesayît disekine, polêsan direşînin ser de.’
‘Yeşîlirmak di wê gulereşanê de ji pişta xwe birîndar bûye û bi wê halê xwe yê birîndar çûye malekê. Piştre gazî ambulansê tê kirin û ew radikin nexweşxaneyê.’
‘Bijîşkan beriya ameliyatkirinê ragihand ku ew ji cigerên xwe birîndar bûye.’
Ew kesê ku ligel Yeşiirmakê bûye jî birîndar bûye lê rewşa wî baş e.’
Parêzer Aslan ragihand ku duh nîşaniya Ebru Yeşilirmakê bûye.
Derbarê mijarê de Kovara Yuruyuşê jî daxuyanî da û ragihand ku ambulansa ku ji bo Yeşilirmak hatiye ji hêla polêsan ve demeke dirêj hatiye rawestandin.
(AS/YO)