Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku Ozgur Gundem îro bi biryara dadgehê ve hat girtin, piştî nîvro polêsan avêtin ser avahiya rojnameyê.
Avahiya Ozgur Gundemê li Beyogluyê ye û niha polêsan avêtiye ser wir de. Polês nahêle ku kes têkeve avahiyê.
Xebatkarên rojnameyê daxuyanî dan bianetê û gotin gelek kesên ji wan ji hêla polêsan ve hatine binçavkirin, destên wan ji para ve hatine kelepçekirin û dest danîne ser hemû komputeran.
Navên rojnamegerên ku hatine binçavkirin wiha ne: Gunay Aslan, Reyhan Hacioglu, Ender Oneş, Dogan Guzel, Ersin Çaksu, Kemal Bozkurt, Sinan Balık, Onder Elaldi, Davut Uçar, Zana Kaya, Firat Yeşilçinar.
Her wiha hat ragihandin ku nûçegihaneke DIHAyê jî hatiye binçavkirin.
Nûçegihana imcTVyê Gulfem Karataş dema agahiyên serdegirtinê weke nûçe pêşkêş dikir polêsan dest danîn ser kameraya wan. Piştre bi telefonê beşdarê weşana zindî bû û dema agahiyên serdegirtinê pêşkêş dikirin, dengê êriş û qêrînan hat.
Canlı Yayın'da imc tv kameramanı ve muhabirine polis saldırısı pic.twitter.com/IEAK2NPlm6
— imc tv (@imc_televizyonu) 16 Ağustos 2016
(EA/YO)