Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Polêsan li Amedê avêtin ser avahiya navenda Azadiya Welat.
Avahiya navendê ya rojnameyê li navçeya Rêzan ya Amedê ye. Hat ragihandin ku polêsan li avahiyê bi saetan lêgerîn pêk anîne.
Bi dehan tîmên taybet û polêsên sivîl duh piştî nîvro avêtin ser avahiya rojnameyê û bi wesayîtên zirxî derdora avahiyê hate dorpêçkirin.
Li gorî nûçeya DİHAyê, polêsan ji bo sedema serdegirtinê jî gotine ‘Gelek kes tên û diçin bînayê’ û ‘îxbar hatiye kirin ku li vir civîna rêxistinê tê kirin’. Di encama serdegirtinê de polêsan dest danîn ser telefon û nasnameyên 28 kesan û gelek kes jî hatin binçavkirin.
Li gorî nûçeya ANFê navên xebatkarên Azadiya Welat ku hatine binçavkirin wiha ne:
Yasemin Sayin, Hayat Yilmaz, Ahmet Kizilay, Arap Turan, Berxwedan Tulpar, Surreya Dal, Zeynep İzgi, İbrahim Bayram, Engin Ozelçi, Ahmet Boltan, Ceylan İpek, Mehmet Emin Kaya, Ziyan Karahan, Veysi Altin, Ercan Yeltaş, Azime Tarhan, Serdal Polat, Cengiz Aslan, Ferit Toprak, Mehmet Huseyin Şahin, Mehmet Aydin, Pusat Bulut, Mehmet Emin Akgun.
Dema serdegirtinê Vesîle Tulpar, Bahar Haram, Mecrum Tekol û zarokê bi navê A.K. jî weke mêvan li avahiya rojnameyê bûn û ew jî hatin binçavkirin.
Azadiya Welat
Rojnameya Azadiya Welat weşana xwe bi rojane pêk tîne û bi Kurdî ye. Di vê warê de li Tirkiyeyê rojnameyeke weke wê nîn e.
Rojname di 14ê Cotmeha 1992an de bi navê ‘Welat’ dest bi weşanê kiriye. Ji sala 20016an vir ve jî bi awayekî rojane tê weşandin.
Li dijî rojnameyê heta niha gelek doz hatine vekirin. Gelek xebatkarên rojnameyê jî hatine binçavkirin û girtin. Di 14ê Cotmeha 2014an de belavkarê rojnameyê Kadir Bagdu li Edeneyê hate qetilkirin.
Mudirê Karên Nivîsê yê rojnameyê Rohat Aktaş di 20ê Kanûna 2015an de ji şopandina nûçeyên şer û êrişan çû Cizîrê di 23ê Çileyê de bi guleyê topê birîndar bûye û di jêrzemîneke li navçeyê mexsûr maye. Herî dawî di 6ê Sibatê de têkilî bi Rojhat Aktaş re hat kirin û ji ber astengî û êrişên dewletê ti alîkarî negihişt, ew jî weke bi sedan welatiyên din di jêrzemînê de canê xwe ji dest da.
(EA/YO)