Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
"Ev podcast wê bibe cihê çîrokên zaroktiya Yadê Rewşen, Xwişka Zêrê, Xalê Derwêş û gelek kesên dî. Niha dem dema guhdarkirina çîrokên me ye!"
Hulya Akan, beşdarvana Kargeha Podcastê ku Atolye BIAyê û ekîba podfreshê bi hev re pêkanîbû gotiye, “Niha dem dema guhdarkirina çîrokên me ye” û podcastek bi navê "Ji Dûr-Bîna Zaroktiyê" amade kiriye. Hûn ê di podcastê de çîrokên zarokatiyê yên Yadê Rewşen, Xwişka Zêrê, Xalê Derwêş û yên gelekê din guhdar bikin."
"Di her beşên podcasta "Ji Dûr-Bîna Zaroktiyê" de wê çîroka "demên bedew" ên ji bîrnebûyî yên zarokatiya beşdarekî cuda, were nîşandan."
Çîrokên kurdî dê were tomarkirin
Akanê gotiye, li gel ku em di serdemekî dijîtal de dijîn lê çîrokên kurdî yên ku têkildarî zaroktiyê di qadên heyî de zêde cîh ji xwe re peyda nekiriye. Di "Ji Dûr-Bîna Zaroktiyê" de wê çîrokên kurdî were tomarkirin û wê li ser " rêbazên bîrxistinê" û "ji bîrkirina" zarokatiyê raweste.
Ji bo podcastê bitikîne.
(SO/AY)