Nûneriya Şaxa Mêrdînê ya Platforma Zimanê Kurdî daxuyaniyek bi nivîskî weşandiye û bibîr xistiye ku roja 7ê Sibata 2022an roja dawiyê ye ku xwendekar di dibistanên navîn de zimanê kurdî bi zaravayên Kurmancî an jî Kirmanckî hilbijêrin.
Platformê di daxuyaniyê de bal kişandiye ser mijara bikaranîna zimanê kurdî di nav sîstema perwerdehiyê de û ragihandiye ku ji bo pêşeroja ziman, dersên bijarte derfetek e. Herweha Platformê bang li gelê Kurd jî kiriye ku “di malên xwe de, li kolan û bazaran de bi kurdî bi axivin.”
Daxuyaniya Platformê wiha ye:
“Li dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê, pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên ji bo Sala Hîndekarî û Perwerdeyê ya sala 2022-2023yê bên dayîn di 3yê Çileyê de dest pê kir. Wê ev pêvajoya heta 7ê Sibatê berdewam bike û kesên ku bixwazin dersên bijarte ji bo zarokên xwe bixwazin, divê heta 7ê Sibatê ji miduriyetên dibistanan re ragihînin. Di bernameya Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê de gelek dersên biwarte hene. Dersên kurdî yên bi zaravayên kurmancî û kirmanckî jî di bin navê "Zarava û Zimanên Dijîn” de tên dayîn.”
“Dersa bijarte helwesteke zimanı̂ ye”
“Her çiqasî armanca me hemû perwerde bi zimanê dayikê bibe jî divê zimanê kurdi weke dersa bijarte, ji aliyê hemû Kurdan ve weke gava pêşî were nirxandin. Dersa bijarte helwesteke zimanî ye.
"Eger Kurd vê derfeta ku heye baş bi cîh werinîn dê di pêşerojê de dergeh li ber perwerdeya bi zimanê dayike jî vebe.
“Bi demê re wê hewcedariya hejmara mamosteyên zimanê kurdî zêde bibe û zanîngeh jî mecbûrin li gorî vê rastîya hanê, mamosteyên kurdî perwerde bikin. Mamosteyên kurdî ku hene jî bi vî haweyî dê bibin xwedî kar. Ev jî ji bona xurtkirina perwerdeya bi zimanê kurdî destkeftiyeke mezin e. Di vê mijarê de çiqasi astengi derxin pêş jî, dive dayik û bav xwedî li zimanê kurdî derkevin.”
“Jiyana xwe bi kurdı̂ bijı̂n”
“Em weke Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû Kurdan dikin ku di dibistanan de dersa zimanê kurdî hilbijêrin. Çi Kurmanc çi Zaza bê cudabûn, divê zarokên me di dibistanan de zimanê xwe hilbijêrin. Îro di xebata perwerdeyê de ev mafeke, divê ev mafê ziman bi hişmendî were bikaranîn. Banga me ji hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl, medya kurdî, rewşenbîr û hunermendan re ev e; her kes ji aliyê xwe de bila xwedî li dersa zimanê kurdî derkeve. Di pirsa ziman de em bi hişmendî û hestyarî tevgerê bikin. Nivîsandin, xwedin û axaftina bi zimanê kurdi bila bibe helwesteke xwezayî û netewî di nava civaka Kurdan de.” (BY/FD)
*Bahar Yildirimê ev nûçe amade kiriye