Platforma Zimanê Kurdî wê li Rihayê jî nûnertiyê xwe vebike.
Platforma Zimanê Kurdî ji bo vekirina nûnertiya xwe ya li Rihayê li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (îHD) a Rihayê civîneke çapameniyê li dar xistiye. Berdevkên platformê Şerefxan Cizîrî, Vahît Aba, Hevserokê HDPa Amedê Zeyat Ceylan, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Sedat Dogan jî di nav de nûnerên partiyên siyasî yên di platformê de û nûnerên rêxistinên sivîl tevlî civînê bûn in.
Şerefxan Cizîrî, Berdevkê Platformê diyar kiriye ku ew ê li Rihayê jî nûnertiya platformê vebikin û wiha gotiye: "Beriya niha me li Mêrdîn, Elih, Semsûrê nûnertî vekiribûn. Niha jî em dixwazin li Rihayê vebikin. Amedekariyên me yên ji bo Wan û Şirnexê jî didomîn. Li Rihayê, wê kesên dil dane kurdî, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl dê xebatên kurdî bikin."
“Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê”
Cizîrî destnîşan kiriye ku platform ji bo kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn xebatan dimeşîne û weha pê de çûye: "Divê kes ji fermîbûna kurdî netirse. Bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Heke dewlet li dijî kurdî ne di nav dijminatiyekê de be divê van daxwazan bibersivîne. Divê Kurd li her saziya ku diçinê karibin bi kurdî biaxivin. Dema ku Kurd bi kurdî biaxivin wê tiştek hilneweşe. Mafê ziman mafê herî jidil yê hemû Kurdan e. Divê herkes li vî mafî xwedî derkeve û bi awayekî siyasî nêzî vê mijarê nebe. Ev maf ji bo me tevan derbasdar e."(AY)