Fotograf: Platforma Zimanê Kurdî
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Platforma Zimanê Kurdî, li Şaxa Semsûrê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran(KESK) civîna çapemeniyê pêkaniye.
Şerefxan Cizîrî, Vahît Aba, berdevkên platformê, Zeyyat Ceylan, Hevserokê Amedê yê HDPê û nûnerên rêxistinên girseyên demokratîk tevlî civînê bûn in.
Şerefxan Cizîrî, berdevkê platformê diyarkiriye ku wan li Semsûrê jî nûneriya xwe vekiriye û bang li semsûriyan kiriye ku xwedî li zimanê xwe derkev in.
Cizîrî destnîşan kiriye û gotiye, “Weke Apê Mûsa jî gotiye, ‘bila fîtika we jî bi kurdî be’. Pêdiviya me bi her kesê ku dilsozê zimanê kurdî ye û dixwaze tevkariyê bike heye. Di vê platformê de ji bo her kesî cih heye. Li vir her kes wê bikaribe ji hev tiştek fêr bibe. Tişta ku me bîne cem hev wê zimanê me be. “Divê em îro pirsgirêkên derbarê ziman de bixin rojeva siyasete. Divê zimanê zikmakî bi destûra bingehînî were parastin. Em hemû bi hev re dikarin vê bikin. Eger wê wekhevî hebe, divê beriya her tiştî bi ziman be.”(RT/AY)