Platforma Zimanê Kurdî beriya hilbijartina 2023yan ji partiyên siyasî daxwaz kiriye ku zimanê kurdî ji baxçeyên zarokan heta dibistanên seretayî, navendî û zanîngehan, divê bibe zimanê perwerdeyê.
Platforma Zimanê Kurdî ji bo daxwazên xwe aşkeri bike li Amedê li avahiya Komeleya Rojnamegeran a Başûrê Rojhilat civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Di daxuyaniyê de pankarta “Platforma Zimanê Kurdî, Platforma Ziwanê Kurdkî” hatiye daliqandin.
Hevserokên rêxistina bajarê Amedê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulistan Atasoy û Zeyyad Ceylan, Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Sûltan Yaray, Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek û nûnerên saziyên kurdan beşdarî civînê bûne. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî di civînê de axiviye û behsa daxwazên xwe kirine.
"Ji bo me ziman xeta sor e"
Cizîriyî diyar kiriye ku “Platforma Zimanê Kurdî dê di vê hilbijartinê de doza ziman, hebûn û nasnameya kurdan bike" û bi van gotinan pê de çûye: "Di hilbijartina 2023yan de daxwaza me ya sereke ev e; yan dê kurd mafê ziman û nasnama xwe bi dest bixin û bibin hemwelatiyên azad û wekhev yan jî dê aşê pişaftinê, hevduneqebûlkirinê, bindestiyê û nîjadperestiyê bidome.
"Ji bo me ziman û nasnameya kurdî xeta sor e. Bila hemû kes û aliyên siyasî vê rastiyê baş bizanin ku em kurd in, zimanê me kurdî ye û welatê me jî Kurdistan e. Zimanê kurdî nasname û hebûna me ye. Ji destpêkê ve em dibêjin ku bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe zimanê fermî. Mafê hemû miletan heye ku bi zimanê xwe perwerde bibin, xizmetên fermî bi zimanê xwe bistinin.
"Divê dîwarên li himberî zimanê kurdî bên hilweşandin
"Em dixwazin ku zimanê kurdî di qanûnên bingehîn de were pejirandin. Zimanê kurdî ji baxçeyên zarokan heta dibistanên seretayî, navendî û zanîngehan, divê bibe zimanê perwerdeyê. Divê hemû astengî û rêbazên pişaftinê yên li ser kurdî û çanda kurdan bên betalkirin. Diwarên ku li himberî zimanê Kurdî hatine hûnandin, divê werin hilweşandin.”
Şerefxan Ciziriyî her weha gotiye ku “Divê navên gund, bajar, tax û kolanên Kurdistanê bi kurdî bin. Divê personelên ku li saziyên fermî û şaredariyên bakurê Kurdistanê dixebitin bi kurdî bizanin biaxivin, binivîsin û bixwînin. Dîsa, divê xutbe li mizgeftên Kurdistanê bi kurdî bên dayîn. Ji bo hêsankirina van daxwazan jî divê Saziya Zimanê Kurdî bi awayeke fermî were damezirandin û jê re bûdçe were veqetandin. Em ji partiyên ku beşdarî hilbijartinan dibin dixwazin ku tiştên li bajarên kurdan dibêjin, li rojavayê Tirkiyeyê jî bibêjin û biparêzin. Siyaseta durûtiyê bi kêrî tiştekî nayê.
"Di hilbijartina li welatê me de divê namzetên parlamento û şaredariyan bi kurdî bizanin. Di her qada jiyanê de divê zimanê kurdî dîtbar bibe. Zimanê kurdî (Kurmancî, Zazakî) divê bibê pîvaneke hevbeş ji bona hemû namzetên ku wê li welatê me beşdarî hilbijartinan dibin. Di xebatên hilbijartinê de divê zimanê kurdî di hemû cureyên çalakiyan de baş dîtbar bibe. Em dixwazin ku hemû namzetên kurdan bi kurdî biaxivin, gotûbêjan bikin, beşdarî civîn, konferans û panelan bibin, bi kurdî dirûşman berz bikin û bi hevre bibêjin; bê ziman jiyan nabe, jiyan jî bi kurdî xweş e!” (FD)
*Çavkanî û fotograf: MA