Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Paltforma Zimanê Kurdî (PZK), li avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) a li navçeya Yenîşehîr a Amedê bi civîna çapameniyê çareserî û pêşniyazên xwe yên ji bo Wêje û Zimanê kurdî pêşkêş kirine. Endamên Platformê beşdarî civînê bûne.
Berdevkên PZKê di civînê de nameya vekirî ku ji Serokatiya Saziya Perwerdehiya Bilind(YOK) bişînin re xwendine. Nameya Kurdî Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî û nameya Tirkî jî endamê Platformê Îrfan Soner xwendiye.
Cizirî bi bîr xistiye ku gelê Kurd li gel mezinbûna serjimariya xwe jî encax di sala 2009an de mafê fêrbûna ziman û edebiyata xwe bi dest xistine û wiha axivîye: “Bi biryara serokatîya sazîya we di hinek zanîngehan de ziman û edebîyata Kurdî di asta lîsansê û di ziman kultura Kurdi de jî şaxên bingehîn de hatine destpê kirin. Ev biryar weke reformek taybet giranbiha ji aliyê gelê heremê ve bi kêfxweşî hatiye pêşwazî kirin. Lê belê qonaxa ku em niha tê de derbas dibin ji gelek aliyan de nema bersiva hewcedarîyên ku hene dide. Şert û mercên nû yên sosyo-kulturî û sosyo-ekonomîk ku derketine holê hewcedarî bi guhertin û çaksaziyên nû hene.”
Bila beşên Kurdî bibe bingehîn
Cizîrî di berdewamiya nameye de wiha gotiye: “Em weke Platforma Zimanê Kurdî ji wan hewcedarîyên ku nû derketine holê li derveyî hemû nirxandinên siyasî, em ji sazîya we dixwazin guhertinên ku me li jêr nivîsandine pêk werin. Em bawer dikin ku ev guhertin wê ji hêla sosyolojîk, psîkolojîk û pedagojîk ve bi kêrî civaka me werin.”
Cizîrî xalên nameyê wiha eşkere kiriye:
Di Fakulteyên Edebîyatê de Ziman û Edebîyata Kurdî weke şaxên Bingehîn hene werin vegûhertin û bibin beşên bingehîn.
Di serî de li Stenbol, Enqere û Îzmîrê ku hemwelatiyên Kurd bi girseyî lê dijîn û dû re li hemû bajarên mezin beşên bingehîn yên ziman û edebiyata Kurdî vebin.
Li Stenbolê û li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê Enstîtûya Lêkolînên Kurdî werin damezrandin.
Plansaziya Zanîngeheke ku di warê zanistên civakî de bi Kurdî perwerdê bide, bidin destpêkirin.
Di van xalên jorîn de ku me anîne ziman PZK amade ye ku bi were hevkarî, xebat û şêwirmendiyê bike.”(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê