Fotograf: e-rojname / Twitter
“Platforma Yekîtiya Jinên Kurd” derbarê nîqaşên betalkirina Peymana Stenbolê û bertekên rêxistinên jinan de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Platformê di daxuyaniya xwe de gotiye ku heke dewlet îmzeya xwe ji bine Peymanê bikişîne bi vê re wê destûrê dide mêran ku komkujiya jinan rewa bikin.
Daxuyaniya Platformê wiha ye:
“Di sed sala 21an de li Tirkiyeyê nîvê civakê, jin rastî qirkirinên dijwar tên. Ev pirsgirîka serdestiya hişmendiya baviksalarî ye. Û bi ser van êrîşan de jî dewlet dixweze îmzeya xwe ji bin Hempeymana Stenbolê paşve bikişîne. Paşvekişandina îmzeyê di heman demê de tê wateyê ku dewlet destûrê dide mêr da komkujiya jinan rewa bike.
“Em weke jinên kurd du caran rastî tundiyê tên, ji bo ku hem em kurd in hem jî jin in. Dewleta baviksalarî û malbata baviksalarî nasnameya cinsi û netewî li dijî me dikin amûrên êrîşan. Em vê yekê ti caran napejirînin.
“Em wekî Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi hemû sazî û dezgehên jinan re li dekarasyona Hempeymana Stenbolê xwedî derketin.
“Platforma me dubare bangî hemû rayedar û berpirsiyarên dewletê dike, da ku mora xwe ji Hempeymana Stenbolê nekişîne û hevpariya sazî û dezgehên jinan bike. Hempeymana Stenbolê jiyana jinê diparêze, di demên şer û aştiyê de jî derbasdar e.
“Hempeymana Stenbolê heremî, netewî û navnetevî ye, destkeftiya berxwedana jinê ye, jin jiyan e, jiyanê nekuje.” (FD)