Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî hilbijartinê 14ê Gulanê “Helwesta xwe ya Hilbijartinê” eşkere kiriye.
Daxuyanî li Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) ya Amedê hate dayîn û pankarta “Heta demokrasî nebe tenduristî nabe” hatiye vekirin. Daxuyanî ji aliyê Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turanê ve hatiye xwendin.
Turanê diyar kiriye ku li Tirkiyeyê girîngtirîn hilbijartin dê bên lidarxistin û wiha gotiye: “Ev hilbijartin ne tenê hilbijartina parlamenteran û serokomar e. Di heman demê de em ê ji polîtîkayên desthilata roj bi roj otorîter dibe re bibêjin ‘erê’ yan jî ‘bes e.’ Ber bi hilbijartinê ve desthilat zextên xwe yên li ser muxalîfan zêde dike. Zimanê hişk û tundiyê weke amûreke zextê bi kar tîne, nirxên olî bi kar tîne, cihêkariyê dike. Hilbijartineke bitendurist yekser girêdana xwe bi pêvajoyeke bitendurist a hilbijartinê heye. Li cihekî otorîter û di mercên newekhev de, pêvajoyeke demokratîk a piranîparêz û pêvajoyeke bitendurist a hilbijartinê çênabe.”
“Demokrasî nebe tendurustî jî nabe”
Turan gotiye ku ew weke Platforma Tenduristiyê ya Amedê bang li her kesî dikin ku dengê xwe ji bo aştî û demokrasiyê bidin û daxwazên xwe wiha rêz kiriye:
“* Em wan ferasetên li gel ku ji bo pêvajoyeke bitendurist a hilbijartinê hemû derfetê di dest de hene jî bêhelwest tevdigerin bi dengên xwe mehkûm bikin.
* Dengê xwe em bidin partî û tifaqên ku dawî li polîtîkayên nexweş weke mezêxer û muşterî dibîne tîne, bi vesazkirinên nû re dema pêwîst ji bo nexweşan vediqetînin diafirîne û girîngiya dide mercên xebata biwesf.
* Em dengê xwe bidin ferasetên bi qedrê xebatkarên tenduristiyê dizanin, yên ji bo mafên wan têdikoşin, yên rê li ber xwebirêxistinkirinê vedikin, yên pîşeyên me ji ketina piyasayê rizgar dikin û mercên bo me diafirîne ku em birûmet bikin.
* Em dengê xwe bidin wan kesan ên soz didin ku hemû çavkaniyên ji bo xizmeta tenduristiyê hatine veqetandin têxe xizmeta tenduristiya cemaweriyê.
* Em wan kesan hilbijêrin ku ji bo hemû kesan xizmetguzariya tenduristiyê ya wekhev, gihîştbar, biqalîte, bêpere û bi zimanê dayikê dixwazin.
* Di serî de kedkarên tenduristiyê, divê tevahiya hilbijêran baş bizanin ku heta demokrasî nebe tenduristî jî nabe. Banga me ji bo tevan ew e ku dengê xwe ji bo demokrasiya piranîparêz û guherînê bidin.”(EMK/AY)