Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), têkildarî 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyameke nivîskî weşandiye û diyar kiriye ku berxwedan jinê bedew dike, Cîhanê diguherîne û ji wan re jî ragihandina vê kêliyê dimîne.
Platformê di peyama xwe de weha gotiye:
“Bi hêz û cesareta me ji jinên ku dibêjin ‘Em hebûn, em hene, em ê hebin’ girt re li gel qirqirina jinê jî ji bo 8ê Adarê ku em bi hêvî û bawerî pêşwazî dikin weke rojnamegerên jin em jî dibêjin ‘Em li vir in, bi hev re ne’.
"Jin azad bibe wê civak jî azad bibe"
“Em weke jin ji gotina "jin azad bibe wê civak jî azad bibe" bawer dikin, di sala 2020an de a ku mirin hatin meşrûkirin, mafên jinan hatin niqaşkirin û bi şewbê barê jinan giranbûyî de ji Arjantîn heta Hîndîstanê ji Îzmîrê heta Êlihê jin li ku bin me jî hewl da ku em li wir bin.
Û me dîmenkêşa xwe ji dayikên li Êlihê hatin derpkirin, ji Îpek, Emîne, Melek, Berjîn, Asyayê û bi dehan jinên me navên wan ne hejmartin re girt, em ê bigirin. Em ji jinên li dijî kesên dixwazin her roja me tarî bikin, 8ê Adarê veguherine keskesorê dibêjin em jî li vir in û bi hev re ne…”
Em dizanin ku wê çîroka tu jinan di nîvî de nemîne û jin bixwaze wê her tiştî biguherîne. Em gelek caran bûn şahidên vê yekê û nûçeya wê çêkir. Berxwedan jinê bedew dike, cîhanê diguherîne û ji me re jî ragihandinê vê kêliyê dimîne.
Em weke Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê hemû jinên li 8ê Adarê jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Xewnên wan xewnên me ne. Ji bo cîhaneke xweştir em dubare dikin ku ji me tu kes ne bi tenê ye. Em kesên li dijî taritiyê bi ronahiyê û baweriyê şer dikin silav dikin...”(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê