ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Platforma Maf û Edaletê giliyê nivîskarê rojnameya Yeni Şafakê Hayrattin Karamanî kir ku di rojnameyê de derbarê jinên sergirtî yên cigareyê dikişînin de nivîs nivîsandibû.
Endamên platformê beriya ku daxwaznameyê bidin dozgeriyê li ber avahiya Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de gotin ku êrîşên li ser şêweyê jiyanê ya jinan nayên qebûlkirin û divê demildest dest ji wan nerînan berdin ku jinan weke “sûcdarên potansiyel” dibînin.
Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku Karamanî sûcê “heqaretê” kiriye ku di xala 125 a Yaseya Ceza ya Tirkan (TCK) de hatiye sazkirin.
Karamanî jinên sergirtî kiribû hedef
Karamanî di gotara xwe ya rojnameya Yenî Şafakê ya 3yê Tebaxê de gotibû ku kişandina cigareyê layiqî kesekî bi taybetî jî “li xanimên Musulman nabîne” û wiha nivîsandibû:
“Kişandina cigareyê layiqî kesekî nabînim û durist nabînim; lê di serî de jî xanimên musulman ên sergirtî tên.
“Dema ez jineke sergirtî lê bêyî ku veşêre cigareyê dikişîne dibînim nêrîneke wiha bi min re çêdibe: Weke ku ji kesên ciyawaz re vî tiştî dibêje: ‘Hûn lê nenêrin ku ez sergirtî me, hêviya xwe ji min qut nekin, hîn gelek tişt hene ku ez bi we re parve bikim’.”
Platformê di daxuyaniya xwe de wiha gotin: ,
“Me nedîtiye ku heta niha ilahiyatnasekî mêr derbarê rabûn û rûniştin, cil û berg, xwarin û vexwarina mêran de ti nivîseke hişyariyê nivîsandiye. Edeb, şerm û sînor dema jin dibin mijar tên bîra wan.
“Wisa difikirin ku di mijarên weke ken, xwarin, lixwekirin, derketina kolanê ya dema ducaniyê, kişandin an jî nekişandina cigareyê de xwedî gotinên bêsînor in. Kî vî m mafî dide we? Kî we hînî vî zimanê desthilatdar dike ku olê di destê xwe de weke şûrekî li ser stûyê jinê digire?”
Derbarê Platforma Maf û Edaletê de
Platform di 19yê Adara 2017yan de ji hêla zêdetirî 20 îlahiyatnas, siyasetmedar û nivîskaran ve hat avakirin.
Adem Geverî, Ahmet Kaya, Berrin Sönmez, Cihangir İslam, Diyadin Fırat, Edip Yüksel, Ekrem Baran, Fatma Bostan Ünsal, Halil İbrahim Yenigün, Hüda Kaya, İbrahim Sediyani, İslam Özkan, Kadrican Mendi, Mehmet Bekâroğlu, Mehmet Efe, Muharrem Şaşkın, Nurcihan Saatçioğlu Rençber, Nurten Ertuğrul, Ömer Atalar, Ömer Faruk Gergerlioğlu, Recep İhsan Eliaçık, Süheyla İnal û Yasin Altıntaş çend navên ku endamên platformê ne.
Platform beriya referandûma guhertina destûrê ya 16yê Nîsanê de ji bo ku girseya AKPyê dengên “Na” bide xebitîbû. (TP/ÇT/FD)