Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Flatforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞIK) jî di nav de 12 tor û platformên jinan, danezanek hevbeş weşandine. Tora ku nêzîkî hezar saziyên jinan tê de heye danezan bi ser navê “Deklarasyona Mafên Jinan a 2020an” amade kiriye.
Di 15ê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de ji bo ku li ser pirsgirêkên jinan hûr bibin û li ser êrişên li Peymannameya Stenbolê biaxivin, bi mazûbaniya EŞIKê civînek pêk hatibû. Danezan nîqaş û nirxandinên di encama vê civînê de li xwe kom kiriye.
"Covid-19ê newekhevî kûrtir kiriye"
Ji Ewropa û Bakurê Amerîkayê ango ji 15 welatan 170 jin beşdarî vê civînê bûbûn û ji bo balê bikişînin li ser cudakirina jinan a li çar aliyê cîhanê, li tundiyê û li binpêkirinên mafên mirovan nîqaş kiribûn.
Di danezanê di saziyên jinan bal kişandine ser van xalan:
- Avaniyên baviksalarî, polîtîkayên neolîberal, rêveberiyên otorîter, milîtarîzm û şer, demeke dirêj e mafên jinan û zarokê keçan binpê dikin û jiyana wan dixin bin xetereyê;
- Xizaniya ku roj bi roj kûr dibe, newekheviya ekonomîk, guherîna avhewayê û şewba Covid-19ê rewş xerabtir kiriye, bûye sebeb ku jinên ji çîn, netew û polên cuda bi awayên cuda ji qewetê bikevin;
- Cudakariya li ser bingeha zayenda civakî û tundî, di gelek kiryar û gotinên hikumet û komên xwedî feraset, bawerî û çandên cuda de xwe dide der;
- Ev dewlet û aktorên der-dewletê; digel cudahiyên xwe yên din, di bîrdoziya neyartiya jinan de, di homofobiyê de û di transfobiyê de digihîjin hev ku ev bîrdoziyeke mêrperest e.
Em bi israr vê yekê dixwazin:
- Hemû saziyên dewletê, dezgehên taybet û saziyên civaka sivîl divê li ser bingeha mafên mirovan û li gorî rêgeza wekheviyê tevbigerin;
- Hemû hikumet divê bi rêxistinên jinan re hevkariyê bikin û bi polîtîkayên cidî û ji aliyê çavkaniyan ve têr, mafên ekonomîk, siyasî, civakî, çandî, zayendî û zêdebûnê ya jin û zarokên keç biparêzin û wekheviya zayenda civakî ava bikin;
- Hemû hikumet ji bo birêvebirina krîzên cîhanî, ji bo mafên mirovan li her derê bê parastin û ji bo pêkanîna wekheviya zayendiya civakî divê bi rêgeza tevkariya navneteweyî û bi rêgeza piralîbûnê tevbigerin;
- Hemû parlamento, dema ku peywirên xwe yên zagonçêkirinê tînin cî divê zagonên zayendperest û cudakariyê biguherînin û erkên xwe bi kar bînin û vepirsîna berpirsyariya hemû hikumetan bikin;
- Medyaya herêmî, netewî û navnetewî divê dev ji hêmanên neyînî berdin û kirdaran derxin meydanê,
- Hemû sazî û dezgehên navnetewî; bi mekanîzmayên xwe yên beralîkirinê, nihêrînê û şopandinê bêyî ku tawîzan bidin divê alîkariyê bikin ji bo mafên jin û keçikan pêk bên, cudakirina li ser bingeha zayendiya civakî bi dawî bibe û wekheviya zayendiya civakî bê parastin;
- Di serî de Peymannameya Stenbolê, Platforma Çalakiyan ya Pekînê, CEDAW û Peymannameya Mafên Zarokan û hemû belgeyên mafên mirovam li dijî zanyariyên xelet divê ji aliyê hemû dewletan ve bên parastin û bê kêmasî bên şixulandin.
Di encamê de:
- Ji her demê zêdetir em bibiryar in;
- Digel ku qadên demokratîk teng bûne, em ê li dijî tundiya pederşahî, zanyariyên xelet û çewt, gotinên mêrperest û êrişên li ser hemû destkeftiyên xwe têkoşînê bidomînin;
- Ji bo cîhana ku em ê tê de wekhev, bi edalet û di nava aştiyê de bijîn, em ê bi xwişkatî û bi piştgiriyeke dernetewî tev bi hev re bixebitin.
Rêxistinên ku "Deklarasyona Mafên Jinan a 2020an" îmze kirine:
Weqfa Lêkolînên Zayendiya Civakî ya Bulgaristanê, Bulgaristan
Platforma Jinan a Ji Bo Wehkeviyê (EŞIK), Tirkiye
Koalîsyona Mezin a Ji Bo Mafê Wekhevî û Kurtajê, Polonya
Tora Jinan a Xirwatistanê, Xirwatistan
Parêzvanên Mafên Mirovan, Amerîka
Navenda Zanyarî û Şêwrê ya Jinê, (NPO), Estonya
Navenda Mafên Jinan, Polonya
Komaleya Bipêşxistina Mafên Jinan, (DOMINE), Xirwatistan
Yekîtiya Jinan Ji Bo Azadî û Aştiyê ya Navneteweyî, (WILPF)
Lobiya Jinan a Macaristanê, Macaristan
Tora Jinan a Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê (WAVE)
Komaleya Parêzerên Jin ên Ukraynayî, (JURFEM), Ukrayna
Lobiya Jinan a Ewropayê – EWL (Piştgir)
(EMK/FD)
* Fotograf: Evrim Kepenek/bianet,25ê Çiriya Paşiyê ya 2020an- Kadıkoy