PKKyîyan li Wan û Colemêrgê êrîşî leşkeran kirine
Li navçeya Elbakê ya Wanê û li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, PKKyîyan li ser rêyan bombe li wesayitên leşkeran teqandine û bi vê yekê 12 leşker birîndar kirine.
![PKKyîyan li Wan û Colemêrgê êrîşî leşkeran kirine](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/179/606/original/askerrrr_m.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li navçeya Elbakê ya Wanê û li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, PKKyîyan li ser rêyan bombe li wesayitên leşkeran teqandine û bi vê yekê 12 leşker birîndar kirine.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, li ser rêya gundê Tekeliyê PKKyîyan bombeyek li wesayita leşkeran teqandiye û çar leşker birîndar kirine.
Li navçeya Elbakê ya Wanê jî bi bombeya hatî teqandin heşt leşker hatine birîndarkirin, rewşa çar ji wan xerab e.(ÇT/MB)