bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
PKKyê serokê, Berpirsiyarîya AKPyê ya Dîcleyê kuştiye
PKKyê bi êrîşeka çekdarî serokê Berpirsiyarîya AKPyê ya Dîcleyê, Deryan Aktert kuşt.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Dîcleyê ya Amedê, PKKyê bi êrîşeka çekdarî serokê Berpirsiyarîya AKPyê ya Dîcleyê, Deryan Aktert kuşt.
Ajansa Anadolûyê û Ajansa Nûçeyan a Doganê ragihandin ku êrîş PKKyê kiriye.
Walîtîya Amedê jî da zanîn ku ‘’tê fikirîn ku rêxistina terorî kiriye.’’
Parlamenterê AKPyê, Ebûbekir Bal ji Ajansa Nûçeyan a Doganê re axiviye û eşkere kiriye ji beriya niho jî êrîş li Akterî hatibû kirin.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, şeva dî di siet 22:35ê li ser rêya Hênê 7-8 kesan bi çekên giran êrîş li wesayita aktertî kiriye.
Piştî cihgirê serokê Berpirsiyarîya AKPyê ya Qerqeliyê hatî kuştin, HPG(Hêzên Parastina Gel) dabû zanîn ku êrîş wê kiriye. (AS/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.