Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ragihandiye ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li devera Bazê ya li herêma Metînayê ya Herêma Kurdistanê çar baregehên xwe valakirine.
Çavkaniyên ewlehiyê ji Ajansa Anadoluyê re axivîn û agahiyên nû dan.
Wan çavkaniyan diyar kirine ku di çarçoveya hewldanên ji bo valakirina deverên ku metirsiya pevçûnan li wan heye, PKKyê 8ê Cotmeha 2026an çar baregehên xwe vala kirine.
Li gorî agahiyên wan çavkaniyên ewlehiyê, PKKyê baregehên bi navê "Xebat, YAJK,Sebrî û Sason" ên li devera Bazê ya Metînayê vala kirine.
Rêveberiya Tevgerê daxuyanî dabû
Rêvebiriya Tevgerê roja Pêncşemê (8ê Cotmehê) daxuyaniyek belav kiribû. Tevgerê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku wan çend roj berê hemû hêzên xwe ji nav Tirkiyeyê vekişandine û diyar kiribû ku wan tunel û çeperên xwe yên li Zap û Metînayê(Herêma Kurdistanê) jî vala kirine.
Navçeya Metînayê yek ji navçeyên stratejîk ên di bin kontrola PKKyê de ye ku dikeveparêzgeha Dihokê.
(AY)
