Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Duh di saetên êvarê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê û li navçeya Sûrê ya Amedê ji hêla hêzên PKKê ve êriş hatin kirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê dayî de hat ragihandin ku li navçeya Qoserê li dijî servîsa polêsan bi wesayîta bombebarkirî êriş hatiye kirin û di encama wê êrişê de polêsek û 2 welatiyên sivîl hatine kuştin, 5 polês û 15 welatiyên sivîl jî birîndar bûne.
Êrişa li Qoserê li taxa Aşitiyê li ser çerxerêya nexweşxaneya dewletê pêk hat.
Walîtiya Amedê jî daxuyand ku duh li navçeya Sûrê li nêzî Pira Deh Derî bi wesayîta bomberkirî li dijî servîsa polêsên taybet êriş hat kirin û di encamê de 5 welatiyên sivîl hatin kuştin, 5 polês û 5 welatiyên sivîl jî birîndar bûn.
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF)jî ragihand ku di encama wan êrişan de li Qoserê 4 sivîl hatine kuştin û 50 kes jî birîndar bûbe, li Sûrê jî 4 welatiyên sivîl hatine kuştin û yek jê giran 9 polês jî birîndar bûne.ü
Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) jî ragihand ku li Qoserê 50 kes birîndar bûne, 6 polês û 13 welatiyên sivîl hê jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.
*Wêne: Murat Bayram
(EKN/YO)