Li ser banga Abdullah Ocalan, PKK dê sibê (11ê Tîrmehê) li Silêmaniya bajarê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê, merasîmek "çekdanînê" li dar bixe.
Heyeta ku ji siyasetmedar, rewşenbîr, mafparêz û rojnamegeran pêk tê 137 kes in û li Amedê kom bûbûn berbi Hewlêrê bi rê ketin.
Heyeta ku ji siyasetmedar, nûnerên rêxistinên sivîl, rojnameger û nivîskaran pêk dihat, ji bo temaşekirina merasîma çekdanîna PKKê ji Amedê bi rê ket.
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) July 10, 2025
📹: @arenyldrm pic.twitter.com/BacxQAQmw6
Ji Ocalan banga bi dîmen
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, ku ji sala 1999an vir ve li Girava Îmraliyê girtî ye, piştî 26 salan cara yekemîn duh (9ê Tîrmehê) peyameke vîdyoyî da. Di peyamê de got, "Ez baweriya xwe bi hêza siyaset û aştiya civakî tînim, ne bi çekan. Û ez bang li we dikim ku hûn vê prensîbê bicîh bînin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê ragihand ku ew ê banga Ocalan pêk bînin û şiyar kir û got, "Divê were zanîn ku pêvajo dê bi yekalî an jî bi gavên ku tenê ji hêla me ve têne avêtin, pêş nekeve."

Ji Abdullah Ocalan piştî 26 salan banga bi dîmen
Siyasetmedarên ku qedexeya wan a derveyê welat rabûn jî wê beşdar dibin
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî duh ragihand ku ew ê wekî şandeyek beşdarî merasîmê bibe.
Di nav şandeyê de Hevserokên Partiyê Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kılıçgun Uçar û Keskin Bayindir û hin parlementer cih digirin.
Siyasetmedar Sebahat Tuncel û Gultan Kışanak jî herî kirin heyetê. Herdu jî di doza Kobaniyê de bi şertê kontrola edlî hatin berdan û qedexeya wan a çûna derveyî welat di 8ê Tîrmehê de hat rakirin.
Hûrguliyên merasîmê eşkere bûn
Heyet dê êvarê bigihîje Hewlêrê û sibê ber bi herêma ku merasîm lê were lidarxistin ve biçe.
Her weha dem û cihê merasîmê ku ji ber sedemên ewlehiyê nehatibûn diyar kirin jî eşkere bû. Li gorî vê yekê, merasîma çekdanîna PKKê dê sibê li Silêmaniyê di navbera saet 8:00 û 9:00an de pêk were.
Bianet dê merasîmê bişopîne
Koma ku ji bo merasîmê hatine wê li navçeya Dukanê nêzî cihê merasîmê bên danîn. Komek piçûk dê li cihê merasîma kêliyên çekdanînê temaşe bike.
Destûr nayê dayîn ku rojnamevanên ku beşdarî merasîmê dibin dîmenan bigirin. Dîmenên tên tomarkirin piştî merasîmê dê li ser ekranê werin pêşandan da ku beşdarên din temaşe bikin.
Bianet dê di cih de merasîma çekdanîna PKKê temaşe bike.
(AB/AY)






