Sîla Yenîçeriya 2 salî ya ku mehek berê li Malkara navçeya Tekîrdagê rastî tûndkarî û îstîsmara zayendî hatibû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin mir.
Li gor nûçeya AAyê; Pitika ku li Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Îsmaîl Fehmî Cumalîoglû ya Tekirdagê li beşa nexweşiyên giran de dihat dermankirin, di rojên dawî de rewşa wê xirap bûbû, îro danê nîvroyê miriye.
Çi bûbû?
Li navçeya Malkara Tekîrdagê di 8ê Îlonê de B.Y.yê keça xwe Sîla bi sedema ku "ji xew ranebûye” biriye Nexweşxaneya Dewletê ya Malkarayê. Piştî kontrolê bi teşhîsa xwînrijiya mejî û bi gumana îstîsmara zayendî şandine Nexweşxaneya Dr. Îsmaîl Fehmî Cumalîoglû ya Tekîrdagê û derbarê bûyerê de agahî dabûn polîsan.
Pitik di mejiyê xwe de hatibû emeliyatkirin û bi awayê entûbe girtibûn beşa nexweşiyên giran. Di çarçoveya lêpirsînê de dayik B.Y. (25), S.O.yê ku bi B.Y.yê re dijiya (57), cîranê wan K.A. (32) û kurê wî yê 13 salî K.A. û G.K. ê 14 salî hatibûn desteserkirin û dadgehê biryara girtina wan dabû. Birayê Silayê yê 5 salî A.Y. jî girtin bin parastina dewletê.
Serokê Baroya Tekîrdagê Egemen Gûrcûn diyar kir ku bi rapora tiba edlî hat tespîtkirin ku zaroka 2 salî ya ku ji ber istismara zayendî anîne nexweşxaneyê û di beşa nexweşiyên giran de tê dermankirin.
(RT/AY)