Li Iraqa ku xwepêşandanên dijî hikûmetê dewam dikin, ji ber ku rêyên serekî û pir li ber çalakvanan hatin girtin, jiyan hema bêje rawestiyaye.
Li başûrê welêt li parêzgeha Besrayê ku petrola wê zehf e, xwepêşandêran rêyên ku diçin navenda bajêr û bênderan û herwiha hin jî pir li ber trafîqê girtin.
Xwepêşandêran li ser rêyên ku diçin bênderên Um Qesr û Xor Zibêr û herwisa fabrîqeya çîmentoyê û santralên hilberîna ceyranê lastîk şewitandin û bang dikin ku li bajêr "greva giştî" were ragihandin.
Li memleketê Serokwezîr Zîqarê "betlaneya fermî" hat ragihandin
Li Zîqara li başûrê welêt ku memleketê Serokwezîr Adil Ebdulmehdî ye jî rewş eynî ye.
Li Zîqarê xwepêşandêran li navenda bajêr Nasiriyeyê pirên Hadarat, Nasr û Zeytûnê li ber trafîqê girtin.
Li ser vê yekê Waliyê Zîqarê Adil Duheylî jî şaxên tenduristî û ewlekariyê ne tê da ji bo hemû saziyên dewletê betlaneya fermî ragihand.
Li hin bajarên li naverast û başûrê welêt greva giştî dan destpêkirin
Xwepêşandêrên ku li parêzgehên Semawa û Necefê jî protestoyên xwe didomînin, li navendên bajaran hin rê û pir girtin. Li ciyên destnîşankirî li ser vê yekê herka trafîqê yekser rawestiya.
Li parêzgehên li başûrê welêt Musena û Meysanê û herwiha li yên naverasta welêt Babîl û Kerbelayê jî xwepêşandêran li navendên bajaran kov vegirtin, greva giştî dan destpêkirin.
Xwepêşandanên li Iraqê
Li Iraqê li çendîn herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandan tên lidarxistin û di van xwepêşandanên ku 1ê cotmehê dest pê kirin da heta niha ji 300î zêdetir kes hatin kuştin, ji 15 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Xwepêşandêrên ku bi pakêtên reformê yên ku hikûmetê ragihadin razî nebûn, dixwazin hikûmeta ku bi gendeliyê tawanbar dikin û Serokwezîr Adil Ebdulmehdî îstifa bikin.
(MB)
*Çavkanî: Önder Beyter/AA