Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Pasûrê ya Amedê duh (12ê Îlonê) bi şev dema wesayiteke sivîlan derbas bûye, teqemeniyek teqiya ye û di encamê de 7 kes mirine, 10 kes jî birîndar bûne. Piştî vê bûyerê, Hevserokê HDPyê yê Pasûrê A. K. û Midûrê Karên Fenî yê Şaredariya Pasûrê Ş. A. hatine desteserkirin.
Bixwîne - Li Amedê teqîn pêk hatiye: 7 kes mirine
Li ser bûyerê lêpirsîn hatiye dest pê kirin û di encamê de hatiye îdiakirin ku wesayiteke şaredariyê beriya bûyerê bi demeke kurt li herêmê hatiye dîtin. Ji ber vê rewşê biryara zeftkirina 4 kesan hatiye dayîn.
Zeyyat Ceylan, Hevserokê HDPyê yê Amedê derbarê desteserkirinan de ji bianetê re axivî û wiha got: “Bi wateye ku piştî bûyerê demildest berê xwe dane partiya me. Di saetên êvarê de bi ser mala Hevşaredarê me yê Pasûrê de girtine. Midûrê me yê karên fenî û hevserokê me hatiye desteserkirin. Lîstikên qirêj tên plankirin. Em ê vê bûyerê bişopînin. Ji bo failên rast ên bûyerê derkevin holê em ê her tiştên ji destê me tê bikin. Ev bûyer Qetlîama Basanê tîne bîra me.” (RT/FD)
Fotograf: AA