Fotograf: Şaredariya Sêrtê / Facebook
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şaredariya Sêrtê wê 19 mal û milkan bifiroşe. Firotina van mal û milkan wê li gorî şert û mercên îhalekirinê pêk were. Hevşaredara Sêrtê ya HDPyî, Bêrîvan Helen Işikê diyar kiriye ku di dema wan de deyn li şaredariyê nebû.
Işıkê gotiye ku Osman Hacibektaşoglû, Şaredarê niha ku di heman demê de Waliyê Sêrtê ye û kayyim e, şaredarî xistiye bin deynekî zêde.
Şaredariyê, mal û milk ji bo 115 milyon TL deynê lê heye, derxistiye ber firotinê. Di nava van mal û milkan de erd û eraseyên hezar metrekareyî hene. Şaredariyê ji bo van mal û milkan 20 milyon û 862 hezar TL xwestiye. 13 ji wan li taxa Evrenê, 4 jê ya li Çalê, 2 jê jî li yên Yagmûrtepe û Kooperatîfê ne.
Ji bo firotina van mal û milkan wê di 14ê Kanûna Pêşiyê de li Avahiya Xizmetkirinê ya Şaredariyê civînek pêk were û wê ev mal û milk werin îhalekirin.
“Ji nirxê xwe kêmtir wê werin firotin”
Berîvan Helen İşik, bi Fethî Balaman, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê re axiviye û gotiye ku wê rêveberiya kayûmî van mal û milkan kêmtirî nirxên wan bifiroşe.
Işıkê destnîşan kiriye ku ti deyn li Şaredariya Sêrtê nebû û piştî di 6ê Sibata 2017an de kayûm tayîn kirin, 115 milyon TL deyn li şaredariyê çêkirine. Işikê rewşa heyî bi gotinên “hişmendiya talanker” penase kiriye:
“Yekem karê kayûmî xerakirina Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxanî bû. Paşê Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan (Berfîn) pasîfîze kir û malpera bi kurdî ya şaredariyê girt. Mala şînê da Ulku Ocaklariyê. Paşê jî hemû derfetên şaredariyê çi bi rêya terxankirinê çi bi rêya 21/byê, pêşkêşî kes û derdorên xwediyê nêrîna alîgir in, kir.
“Bi tenê lêçûnên karmendan 9 milyon TL ye”
Berîvan Helen Işıkê gotiye ku piştî kayûmî dest bi wezîfeyê kiriye 63 karker ji karî derxistiye û li şûna wan ‘karmendên bankamatîkan’ hatine wezîfedakrkirin: “Heta niha bi tenê lêçûnên karmendan zêdetirî 9 milyon TLyî ye. Zêdetirê wan karmendên bankamatîkan e. Ti tiştek li ser navê hilberanê, xizmetê nîne. Tiştê ku me hilberî bû, wan xerc kir.” (HA/FD)