Fotograf: BirGun
Tevna Têkoşîna li Dijî Tundkariyê ya Amedê di Çiriya Paşiyê ya 2021ê de rapora xwe ya salê aşkere kiribû. Li gorî vê raporê di sala 2021ê de, tundkarî li 2 hezar û 416 jin û LGBTI+yan bûye. Di sala 2020ê de ev hejmar hezar û 841 bû.
Li gorî xebatên Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD)a Amedê, Komeleya Rosayê û Baroya Amedê ku xebatên li ser mafên jinan dikin, li bajarê Amedê û li der û dora wê tundiya li ser jinan her ku diçe zêdetir dibe.
Me sedema zêdebûna tundkariya li jinan ji Komîsyona Jinan a Şaxa Amedê ya ÎHDyê, Komeleya Jinan a Rosayê û Baroya Amedê pirsî.
Bixwîne - IHDya Amedê: Li herêmê di 10 mehan de 30 jin hatine qetilkirin
Bixwîne - Li Amedê mêran tundkarî li 2 hezar û 416 jin û LGBTI+yan kiriye
“Saziyên fermî bi rêya dadgehan tundkariyê dikin”
Ji Komîsyona Jinan a Şaxa Amedê ya ÎHDê sosyolog Ezgî Sila Demîrê pirsên bîanetê yên li ser xebatên jinan bersivand.
Demîrê destnîşan kir ku wek her saziyên sivîl komeleya wan jî bi astengî û zext û zoriyan re rû bi rû dimîne û got: “Hê jî qanûnên Rewşa Awarte fiîlî berdewam in û ji bo her xebatek an jî xebatkarek wan herî kêm dozek tê vekirin.”
*Parêzer Ezgî Sila Demîr
Demîra ku vê rewşê bi gotina “tacîza darazê” binav kir wiha behsa tundkariya li jinan kir: “Her çiqas ji bo tundkariya li hember jinan mirov bi piranî li ser tundkariya li nava malan an jî tacîz û êrişên zayendî disekinin jî, li herêma me hin cûreyên din ên tundkariyê hene. Minaka yekem tacîza dadgehî ye û ya din jî nêzîkatiya xebatkarên dewletê û yên ewlehiyê ye. Mirov vê tundkariyê, dema jinan desteser dikin an jî piştî desteserkirinê û di daxûyanî an jî mitîngan de bibîne. Ew, liv û tevgerên neyênî û yên zayendperestî û heqaretan li jinan dikin. Mirov dikare bêje yên ku tundiyê li jinan dikin bêguman mêrin û hişmendiya zayendperestîyê ye ku ew jî eynika desthilatdariyê bixwe ye. Lê carna jî sivîl an kesên bi cil û bergên leşkerî, tundkariyê li jinan dikin.”
Demîrê diyar kir ku tundkariya kesên bi cil û bergên leşkerî dikin, ji salên 1990î û vir ve weke rêbazeke taybet a sîstematîk bikar tê: “Dema jin li rastî tundiya kesekî ji hêzên ewlehiyê an jî saziyên fermî tên, ew bêtir ditirsin û baweriya wan pê nayê ku serî li dadgehê bixin. Ji ber zext û zorê, kêmasiya pêvajoya dadgehkirinên adil û necezakirina faîlan, pirî caran doz venabin an jî bê encam dimîne.”
“Piştî tayînkirina kayûman serlêdanên jinan zêdetir bûne”
Komeleya Jinan ya Rosayê di meha Çiriya Paşiyê ya 2018an de ava bûye û ji wê demê vir ve ye xebatên xwe didomîne. Komele “ji bo politîkayên li hember tundkariyê saz bike” hatiye avakirin lê di nava demê de jinên tundkarî li wan bûne, serî li komeleyê dane. Bi taybet jî piştî ku kayûm şandine ser şaredariyan û kayûman saziyên jinan ên di bin banên şaredariyan de kar dikirin, girtine, hejmara serlêdanên jinan ên li Rosayê jî zêdetir bûye.
“Jinên Kurd ji ber nasnameya xwe rastî tundkariyê tên”
*Adalet Kaya - Foto: Jinha
Seroka Komeleyê Adalet Kayayê destnîşan kir ku zext û zora li ser xebatkarên Komeleya wan hê zêdetire û ew jî cureyek tundiya li hember jinan e. Kayayê got ku dema wan Komele ava kir bi çend mehan pişt re hemû jinên di rêvebiriya Komeleyê de hatin desteserkirin û ew 3 mehan di girtigehê de man: “Du caran tundî li jinên kurd dibe. Di doza me de em wek endamên rêxistina terorê sûcdarkirin. Lê mafparêzên jin li Rojavayê Tirkiyeyê zêdetir bi tohmeta li dijî qanûna xweşêpandanan derketine tên astengkirin. Lewma pêvajoya astengkirinê ya jinên Kurd dirêjtir dibe.”
“Tundkariya polîtîk zêdetir dibe”
Kayayê destnîşan kir ku tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe û sedema vê zêdebûnê jî wiha diyar kir: “Sedemek vê yekê ew e ku faîlên tundiyê pişta xwe didin desthilatdariya dewletê. Ji ber ku desthilatdariya siyasî ya niha qanûnan li dijî jinan diguherîne, faîlan ceza nake, Peymana Stenbolê betal kirin, jinan neçarî xizaniyê dikin, zext û zorê li jinan dikin û bi hestên zayendperestî rê li ber faîlên tundkariyê vedikin û wan xurtir dikin.”
“Li herêmê hin sedemên cida yên tundkariyê hene”
Kayayê ji bilî van sedeman hin sedemên cida ji bo tundkariya li Amedê û der û dora wê dibe, nîşan da: “Li herêmê piştî pêvajoya hevdîtinên aştiyê sekinîn, ji ber şert û mercên şerê berdewam dike û faîlên tundkariyê nayên cezakirin, tundkariya erkdarên fermî an jî bi cil û bergên leşkerî dikin zêdetir bûye. Encama van sedeman yek jî zêdabûna hejmara jinên ku mirina wan biguman e. Çapemenî weke wan jinan xwe bi xwe kuştiye nîşan dide. Lê hin malbatên wan jinan ji bo daxwaza pişgiriyê serî li komeleya me dane û gotine ku ew hatine kuştin. Yek ji van malbatan ya Ayten Kaya ye ku ket rojeva raya giştî jî. Lê mixabin her çiqas me doz daxwaza vekirina dozê kir jî dozger biryara peyneketina bûyerê daye û doz venekeriye.”
“Li herêmê hijmara saziyên jinan kêm e”
Ji Navenda Mafên Jinan ya Baroya Amedê parêzer Çîgdem Sevîmlîyê piştî Rewşa Awarte û girtina saziyên jinan hejmara tundkariyê zêdetir bûye: “Li Amedê serîlêdanên jinên tundî lêbûne û bi taybet ji bo daxwaza pişgiriya dadgehî gihiştine wan, li piştî Rewşa Awarte û girtina saziyên jinan, zêdetir bûye. Her çiqas ev hijmar li Amedê zêde bi jî, li bajarên der û dora Amedê kêmtir e. Li gor xebatên me, sedemeke sereke ew e ku hejmara saziyên jinan li wan bajaran yan kême yan jî qet tune ye. Lewma dengê jinên li wan bajaran dijîn naye bihîstin û ew nayên dîtin”.
"Jin êdî bi medyaya civakî dengê xwe bilind dikin"
*Parêzer Çîgdem Sevîmlî
Sevîmlîyê got, her çiqas faîlên jinan mêrên ji malbatan bin jî li herêmê, ev tişt diguhere û erkdarên dewletê jî dibin faîl: “Êdî gelek jin li ser hesabên medyaya civakî dengê xwe bilind dikin û carna jî bi wan hesaban serî li navenda wan didin. Bi têkoşîna jinan, car caran doz li dadgehê bi erênî bidawî dibin. Minaka doza Îpek Er yek ji vana ne. Ji ber faîlê Îpekê, Mûsa Orhan faîlek bi cil û bergên leşkeri bû, nedihat bawerkirin ku wê were cezakirin. Lê dîsa jî têkoşîna jinan bû serkeftinek.”
965 jinan serî li Baroyê daye
Li gorî rapora 2021an ya Tevna Têkoşîna li Dijî Tundkariyê ya Amedê di navbera 26ê Çiriya Pêşîna 2020an û 15ê Çiriya Paşîna 2021an de li bajarê Amadê; 11 jin hatine kuştin, 4 jin ji ber êrişên mêran birîndar filitîne.
Li gor zanyariyên Baroya Amedê jinên ku temenên wan 18an zêdetir e û ji ber êrişên kuştinê, birîndarkirinê, zayendperestî, tacîz, heqaret, gefxwarin û şantajan serî li dadgehê dane 161 kes in. 6 jinan jî hewl daye ku xwe bikujin. 965 jinan ji ber tundkariya li wan bûye ji bo alîkariya dadgehî serî li Baroyê daye. 23 jinan serî li saziyên sîvîl dane ku dema desteserkirinê îşkence li wan bûye.
Komîsyona Jinan a Şaxa Amedê ya ÎHDyê di Çiriya Paşiyê ya 2021ê de ragihandibû ku di encama tûndkariya mêran de, li Amedê û bajarên derdora wê di nav 10 mehan de 30 jin hatine kuştin, 37 jin jî bi awayekî biguman mirî hatine dîtin, 19 jinan jî xwe kuştine. (BY/FD)