Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Yewnanîstanê piştî ku du trên li hev qelibîn û di encamê de heta niha 42 kes mirin, Wezîrê Veguhastinê Kostas Karamanlîsî dest ji kar berdaye.
Li gorî nûçeya televizyona dewletê ERTyê, roja 28ê Sibatê bi şev li herêma Tempiyê her du trên qelibîne. Tempî li bakurê Larîsayê ye.
Birîndar bi otobisan birine bajarên Selanîk, Larîsa û Katerîniyê.
Şefî îstasyonê yê nobedar ji ber qezayê hatiye desteserkirin. Her weha nûnerên şîrketa Hellenic Trainê îfade dane.
Mîçotakîs: Em ê sedemên wê bibînin
Serokwezîrê Yewnanistanê Kîrîakos Mîçotakîs çûye cihê qeza lê çêbûye û ji rojnamegeran re gotiye, “Ji niha û şûn de dikarim bi tenê tekeziya tiştekî bikim. Em ê sedema vê trajediyê bibînin û ji bo careke din tiştekî weke vê nebe, çi ji destê me tê em ê bikin.”
Li gorî zanyariyan Serokomar Katerîna Sakellaropûlû, Wezîrê Tenduristiyê Thanos Plevrîs û serokê partiya Hevpeymana Çepgirên Radîkal (SYRIZA) Aleksîs Çîpras jî çûne cihê bûyerê. SYRIZA mezintirîn partiya mixalif e. (TY/FD)