Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Wezîrê karên derve yê Almanyayê, Sigmar Gabrîelî eşkere kir ku piştî minaqeşeya wî û serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî, jina wî bi telefonê hatiye tehdîtkirin.
Gabriel ji Ajansa Nûçeyan a Almanyayê, DPAyê re axiviye. Gabriyelî gotiye:
“Diyar e ku awayê axiftina Erdoganî hinekan ji bo acizkirin û bêhizûrkirina jina min motîve dike.”
Bixwîne - Wezîrê karên derve yê Almanyayê: Tirkiyeyê Denîz Yûcel rehîn girtiye
Gabrîelî ji bo rojnameya Rheinpfalzê axivîbû û eşkere kiribûî jina wî hekîma didanan e û hinekan ji bo telesekretera meînexaneya wê peyamên tehdîtkirinê dane tomarkirin.
“Heke mezinên dewletê”
Gabrîelî ev gotin li axiftina xwe zêde kirin:
“Heke mezinên dewletê bi vî awayî tev bigerin hin kes jî dê vî mafî ji xw re bibînin.”
Çi bûbû?
Wezîrê karên derve yê Almanyayê Gabrîelî daxwaz kiribû ku hemwelatiyê Almanya Peter Steudtner jî di nav de mafparêz, rojnameger Denîz Yucel û wergêr Meşale Tolû yên girtî serbest bimînin û gotibû ku “Polîtikayên wan ên derbarê Tirkiyeyê de biguherin”.
Bixwîne - Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê: Bandora zexta aboriyê ya li ser Tirkiyeyê derdikeve holê
Paşê jî Wezareta Karên Derve ya Almanyayê di 20ê Tîrmehê de hişyariya gera Tirkiyeyê kiribû û şîrketên Tirkiyeyê di mijara vebehrênaniya Tirkiyeyê hişyar kiribû.
Recep Tayyip Erdoganê serokkomar got:
“Bila welatiyên Almanyayê yên ji Tirkiyeyê dengê xwe nedin Yekîtîya Filehên Demokrat((CDU), Partiya Sosoyal Demokrat(SDP) û Keskan” (AS/MB)