Fotograf: AA
Li Gola Wanê piştî ku kelekeke penaberan bi nav bûye û 6 kes xeniqîne, 11 kes hatine desteserkirin. Mixtarê gund ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Kelekeke ku penaber têde bûn di 27ê Hezîranê de li Gola Wanê binav bûye û ji wê rojê ve heta niha tîmên rizgarkirinê li penaberan digerin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kelek, li nêzîkî Girava Çarpanak a Navçeya Tûşbayê binav bûbû. Piştî zanyariya binavbûna kelekê tîmên rizgarkirinê çûne wî cihî û ji bo rizgarkirina penaberan dest bi xebatê kirine.
Heman rojê Walîtiya Wanê daxuyniyek weşandiye û diyar kiriye ku kelek li nêzîkî Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Yoldundo ya Westanê binav bûye. Waliyê destnîşan kiriye ku li Taxa Altinsaçê 27ê Hezîrana 2020an saet di 22.00an de kesên bi navê Sedat û Medeni Akbaş bi keleka xwe derketine Gola Wanê û demek dirêj e agahî j wan nehatiye girtin.
Soylû: Tê texmînkirin ku nêzîkî 50-60 penaber tê de bûn
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, tê texmînkirin ku nêzîkî 50-60 penaber di kelekê de bûne.
Suleyman Soylû, Wezîrê Karên Navxweyî ber destê sibehê çûye Wanê û li Balafirgeha Ferît Melenî bi rojnamegeran re axivî ye.
Soylûyî gotiye 28ê Hezîranê di saet 18.00an da mixtarekî zanyarî daye hêzên asayişê ku li Gola Wanê kelekek binav bûye.
Suleyman Soylû, Wezîrê Karên Navxweyî gotiye ku piştî keleka li Wanê binav bû hejmara kesên xeniqîne derketiye 6an.
Soylu diyar kiriye ku ji ber keleka li Behra Wanê binav bû tevî Medenî Akbaş 11 kes hatine desteserkirin û gotiye ku mixtarê gund jî ji wezîfeyê hatiye dûrxistin. (FD)