Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî stranbêj Gulşenê, Reyhan Karacayê jî li ser dikê ala LGBTI+an hildaye. Reyhan Karacayê roja 13ê Tebaxê, di Festîvala Stenbolê de konserek daye û di dema vê konserê de behsa konsera Gulşenê kiriye. Karacayê ji guhdaran pirsiye û gotiye ku “Ka, ala LGBT heye?”
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) di navbera 23yê Tîrmeh û 14ê Tebaxê de Festîvala Stenbolê li dar xistiye û Reyhan Karacayê di 13ê Tebaxê de konserek daye.
Reyhan K: Hani nerde LGBTİ bayrağı??
— Arızalı Nota (@arizalinota) August 16, 2022
Ön sıralar: Bi sn cebimde olacaktı, heh burdaaaağğ! ????️????
Reyhan K: Vallahi varmış uzatın bakiyim neyim eksik Gülşen’den! ????
???? ???? ???? pic.twitter.com/OAUbmVNTJm
Piştî ku Reyhan Karacayê al xwestiye, guhdarekî/ê ala keskesor derxistiye û Karacayê gotiye: “Heye bi Xwedê heye! Kanî.” Karacayê al hildaye û li ser dikê ew li ba daye.
#Gülşen, dün akşam gerçekleşen Yenikapı konserinde #LGBTQ #OnurBayrağı açtı.
— Kuir Türkiye (Haberler ve Paylaşımlar) (@KuirTurkiye) August 13, 2022
Teşekkürler @gulsen! ????️????#Pride #loveislove #LGBT #PrideFlag pic.twitter.com/R7e4bzujJu
Gulşenê di dema konsera xwe ya li Qada Yenîkapiya Stenbolê de ala LGBTI+an vekiribû û gotibû: “Em ê vê deynin goşeyeke xweşik. Cihê herî xweşik ê dilê xwe. Hûn cihê wê yê li bal me dizanin.” (TY/FD)