Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Pêşangeha “Em ê Careke din Bên ba Hev: Bîra Îmrozê ya 1964an” ji ber gefan, betal bû. Pêşangeh wê di 18ê Tebaxê de li Gokçeada (Îmrozê) bihata vekirin.
Rojnameger Melîke Çapanê pêşangeh amade kir û di sala 2022yan de li Lîseya Keçan a Balat Yuvakimyonê hatibû pêşkêşkirin.
Berê li ser medya civakî paşê jî di Konseya Bajarî ya Gokçeadayê bi daxuyaniyekê gef li pêşangehê xwarin. Melîke Çapanê destnîşan kir ku “Gotin, ger pêşangeh vebe, ew ê li bal dozgeriyê gilî bikin. Li gorî îdiaya wan, ez îxanetê li dewletê dikin. Min derbarê kêmnetewên li Tirkiyeyê gelek nûçe û röportaj nivîsîn. Min ti carî ne ku li dijî dewletê ev kar kirin, lê berovacî wê ol, ziman û baweriya wan çi dibe bila bibe, ji bo ez mafên civakan biparêzim û bibin dengê wan, min kirin. Ji bo di vê pêvajoyê de ziyan negihêje civaka rûman a li Giravê yan jî li Stenbolê, ez pêşangehê betal dikim.”
Bu duyuruyu yapmak benim için çok üzücü de olsa yapmak mecburiyetindeyim.
— Melike Çapan (@melikecapan) August 9, 2023
Gökçeada'da yapmayı planladığımız Yeniden Buluşacağız: Imroz'un 1964 Belleği sergisini hedef gosterilme ve baskılar sonucunda iptal etmek zorunda kaldık.
Sergiyi bekleyenlerden şahsen özür dilerim. pic.twitter.com/8ifHOuLv0J
(AÖ/FD)