Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Duh li Enqereyê li Qesra Çankayayê Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî derbarê Sûriyeyê de civînek li dar xistine. Piştî civînê danezaneke hevbeş hatiye weşandin.
Di danezanê da hatiye ragihandin ku di Civîna Sêalî de li ser rewşa rojane ya li Sûriyeyê sekinîne û geşedanên piştî civîna dawî ya di 14ê sibata 2019ê de li Soçiyê pêk hatiye nirxandine. Her weha dubare kirine ku divê koordînasyona sêalî were xurtkirin.
Di danezanê da hatiye gotin ku "Serdestî, serxwebûnî, yekîtî û bihevrebûna axa Sûriyeyê û misogeriya hêzdar a prensîbên Şerta Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye destnîşan kirin" û hatiye destnîşankirin ku divê di asta navneteweyî da rêzê li van prensîban bigirin.
Hatiye ragihandin ku biryara bi hejmar 497ê ya Konseya Ewlehiyê ya NYyê (KENY) di serî da hikmên biryarên NYyê yên eleqedar ên ku dagirkirina Golana Sûriyeyê red dike jî di nav da divê li hember biryarên hiqûqa navneteweyî yên ku herkes nas dikin rêz bê girtin û wiha hatiye gotin: "Biryara Amerîkayê ya derbarê Golana dagirkirî ya ku hiqûqa navneteweyî binpê dike û ewlehî û aştiya herêmî tehdîd dike hatiye şermezarkirin."
Di danezanê da hatiye gotin ku êrîşên leşkerî yên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê aramiyê xira dikin, serdestî û yekîtiya axê binpê dikin û rageşiya li herêmê zêde dike.
Yek ji mijarên nîqaşê jî rewşa bakûr û rojhilatê Sûriyeyê bûye
Hatiye destnîşankirin ku ewlehî û aramiya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê tenê li ser bingeha rêzgirtina yekîtiya ax û serdestiya welatî dikare pêk bê.
Di danezanê da hatiye nirxandin ku "Li Sûriyeyê hewldanên birêvebiriyên xweser ên ne rewa jî tê de her cure hewldanên di bin navê têkoşîna li dijî terorê de tên kirin û dixwazin li qadê rastiyên nû ava bikin, nehatine qebûlkirin.” Her sê welatan “Li hemberî rojevên cidaxwaz ên ku dixwazin serweriya Sûriyeyê û yekgirtina axê lawaz bikin û gefê li ewlehiya netewî ya welatên cîran bike, nayê qebûlkirin û biryardariya vê hatiye diyarkirin.”
Her sê serokên welatan bi berfirehî li ser rewşa Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê sekinîne û bi biryardarî hatiye diyarkirin ku “Muxtiraya di 17ê îlona 2018an de hatiye dayîn di serî de divê hemû peymanên der barê Îdlibê de bi hemû hêmanên xwe bên bicîkirin û divê sikûnet pêk were.”
“Serokan kêfxweşiya ji ber bi serkeftî temambûna xebata derbarê pêkhatina Komîteya Destûra Bingehîn de anîn ziman û piştgirî dan hewldanên Geîr O.Pedersenê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Sekreterê Giştî yê NYyê yên derbarê prensîbên usûlê da di nav aliyên Sûriyeyî de pêkanîna peymanê.”
Serokan diyar kiriye ku “li gor biryarên Kongreya Diyaloga Navneteweyî ya Sûriyeyê ya ku li Soçiyê hat lidarxistin amade ne ji bo ku Komîteya Destûra Bingehîn li Cenevreyê dest bi xebatên xwe bike.”
Di danezanê da hatiye gotin ku li ser vexwendina Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê biryar hat dayîn ku Lûtkeya Sêalî ya muteaqîb li Komara Îslamê ya Îraê bê kirin.” (TP/FD)
Fotograf: AA