Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dema erka Serokê Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) Îsmaîl Kahramanî wê di 22yê Çiriya Paşiyê de bi dawî bibe. Partiya Tevgera Netewperwer (MHP) Celal Adan Parlamenterê Stenbolê û Alîkarê Serokê Giştî yê partiya xwe weke namzetê serokatiya parlamentoyê nîşan da.
Partiya Gel a Komarî (CHP) parlamenterê xwe yê Îzmîrê Zekeriya Temîzelî û Partiya Demokratîk a Gel (HDP) parlamentera Colemêrgê ya girtî Selma Irmak weke namzet nîşan dabûn.
Namzetê AKPyê dîsa Îsmaîl Kahraman e
Piştî her sê partiyan namzetên xwe aşkere kirin, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) jî namzetê xwe bi raya giştî re par ve kir. Kahraman serdema derbasbûyî ji hêla AKPyê ve weke namzet hatibû nîşandan û hatibû hilbijartin.
HDP: Divê parlamenterên girtî jî dengên xwe bi kar bînin
Di vê navberê de Wekîlên Serokê Koma HDPyê Ahmet Yildirim û Fîlîz Kerestecîoglûyê daxwaznameyek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kirin. Yildirim û Kerestecioglûyê di daxwaznameyê de diyar kirin ku maf û erkên parlamenterên girtî berdewam dikin û divê di hilbijartinên Serokatiya Parlamentoyê de karibin dengên xwe bi kar bînin.
Hilbijartin di 4 tûran de wê bi encam bibe
Hilbijartinên Serokatiya Parlamentoyê wê di navbera 17 û 21ê Çiriya Paşiyê de çêbibe. Li gorî rêziknameyê Serokê Parlamentoyê di encama çar tûran de tê hilbijartin û di hilbijartinê de dengên weşarî tên bikaranîn.
Heke ku namzetek di tûra yekem û duyem de 367 dengan bidest nexe divê di tûra sêyem de 276 dengan bistîne. Heke di vê tûrê de jî encam derkeneve, di tûra çarem de her du namzetên ku di tûra sêyem de dengên zêde bidest xistine dikevin pêşbirkê û namzetê/namzeta ku herî zêde deng bidest bixe weke Serokê Parlamentoyê tê hilbijartin.
Serokê Parlamentoyê wê ji bo du salan bê hilbijartin. (EKN/FD)