Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
12 sal di ser kuştina Ceylan Onkola 12 salî re boriye. Onkol di 28ê Îlona 2009an de li Licê, navçeya Amedê dema bizinên xwe diçêrand, guleya hawanê ya leşkeran pê teqiyabû û li wir can dabû.
Laşê wê şeş saetan li cihê teqînê mabû û paşê dozger çibû wir. Dayika wê Salîha Onkolê, parçeyên laşê keça xwe di xistibû dawa binkirasê xwe û hemû delîlên li cihê bûyerê radestî Serdozgeriya Komarê ya Licê kiribû. Lê belê raporên derbarê kuştina Ceylanê de ji aliyê leşkeran û polîsan ve hatibûn amadekirin û îdia kiribûn ku Ceylan bi dasê hatiye kuştin. Rayedarê leşkeriyê yê wê demê Yuksel Şanliturk malbat neheq kiribû û gotibû ku malbat ji bo tezmînatê werbigire xwe mexdûr nîşan dide.
Ji Ajansa Mezopotamyayê Eylem Akdag û Mehmet Erol, di 12 saliya kuştina Ceylan Onkolê, bi Salîha Onkol, dayika Ceylan Onkolê re axivîne. Salîha Onkolê wiha gotiye: “Keça min li dibistanê pir jîr bû. Niha gelek hevalên wî zanîngeh qezenc kirine. Ceylanê dixwest bibe dozger an jî dadger. Ji bo vê xeyala xwe gelekî li dersên xwe de dixebitî. Lê nehişti, nebû. Dema ez hiro li hevalên wê dinêrim, mezin bûne û ez xemgîn dibim.”
“Destê min maç kir, ji min xwest, ez jê re meqerneyê çêkim”
Salîha Onkolê bi van gotinan behsa roja bûyerê kiriye:
“Roja duşembê bû, 28ê Îlonê bû û roja destpêkê bû ku dibistan vebibûn. Min bang li Ceylanê kir, min got, ‘Keça min rabe biçe dibistanê, birayê te tê’. Wê jî ji min re got, ‘Na dayê, ez ê sibê biçim, îro roja yekê ya dibistanê ye, ez dixwazim îro li bal te bimînim.’ Paşê saet li derdora 9-10an ji min re got, ‘Ez ê biçim ber heywanan’. Min jî got ‘Na Ceylan, tu neçî, ez ê biçim’. Israr kir ji bo çûnê… Kumê xwe da serê xwe, lepikên xwe xiste destên xwe û gorên xwe xiste lingên xwe. Destên min maç kirin. Ji min xwest, ez jê re meqerneyê çêkim, ji mal derket. Piştî çûna wê bi sê saetan, saet li derdora 13.00-14.00ê xumîniyek hat, min baz da derve. Min bang li cîranên hember kir. Pêşiyê kes derneket, paşê wan bang kir. Li dû xuminiyê, teqînek çêbû. Cîranên li cihê teqînê bûn, gotin li wî cihê ku ajalên we lê bûye ketiye. Em jî wiha derketin derve. Min bang li kurê xwe yê mezin kir. Kurê min da pêş, min jî da paş û em çûn cihê bûyerê, dema çûnê hiseke nexweş bi min re çêbû. Ji ber wê hisê, ez ji çogan ketim, ez geh diketim ger radibûm û bi vî awayî gihîştim wir.”
“Em naxwazin êdî zarok werin kuştin”
Onkolê bertek nîşanî nedarizandina kujeran daye û gotiye ku çûye îfadeyê bide dozgerî. Lê dozger tenê pirsa “Kê keça te kuşt?” jê kiriye û wê jê re gotiye “Hûn baştir dizanin”. Onkolê diyar kiriye ku dozger xwestiye bûyerê ji stûyê leşkeriyê derxe û lê wê gotiye ku keça wê piştî teqînê hatiye kuştin.
Onkolê destnîşan kiriye ku zarokên kurdan ên wek Ceylanê gelek hatin kuştin û ew dixwaze pirsgirêka kurd were çareserkirin û êdî bila zarokên kurdan neyên kuştin.
Malbata Ceylanê li ser xatirê bîranîna Ceylanê çêleka ku wê jê hez dikir, nefirotine. Dayika wê Salîha Onkolê gotiye: “Keça min pir ji sewalan hez dikir. Ji wê çêleka me jî pir hez dikir. Ew çêlek mezin bû, em jê re dibêjin çêleka Ceylanê. Ji bo bîranîna wê em nafiroşin. Piştî Ceylanê fotografê wê, dasa wê û çêleka wê ji me re ma.”
Çi bûbû?
Ceylan Onkol di 28ê Îlona 2009ê de, li Gundê Sipênî yê Navçeya Liceyê ya Amedê bi teqînekê miribû.
Termê wê şeş sietan li cihê bûyerê ma.
Dozger ji ber neyîna ewlehiya canê xwe sê rojan neçû cihê bûyerê.
Raporên Cendirme û Emniyetê
Serdar Çelebî yek ji parêzerên Komeleya Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Wî di 2009ê de eşkere kiribû ku çêdibe Onkol bûbe armanca êrîşekê.
Hatibû eşkerekirin ku:
“Pê û destên Onkolê ji termê wê nebûye û çalek jî li cihê bûyerê nîne ji ber wê îhtimala bombeya çandî(mayin) kêm dibe.
Malbatê du caran serî li DMMEyê daye
Di sala 2010ê de, dadgehê biryar da dozê bike dozeka nehênî. Li ser vê yekê malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû.
Dozgerîyê xwestiye dem bi ser dozê re bibore
Şahidan dane zanîn ku bi topeka Hewan a ji Tapantepeyê hatî avêtin Onkol hatiye kuştin. Dadgehê li ser vê yekê biryar da ku têra sûcdarkirina leşkerên hewan avêtîn delîl nînin. Li Tirkiyeyê doz nehatiye vekirin, dozgerîyê xwest dem bi ser dozê re bibore.
Li ser kuştina Ceylan Onkolê hê jî li Tirkiyeyê ti doz nehatine vekirin. (AÖ/FD)