Fotograf: MA
Kelemçeya elektronîk a ku li piyê siyasetmedarê kurd Mahmût Alinakî xistibûn, piştî bi mehekê hatiye derxistin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, siyasetmedar û nivîskarê kurd Mahmût Alinak bi cezayê heta hetayê dihate darizandin. Alinak di danişîna ewilî de bi şertê “hepsa malê” hatibû berdan û kelemçeya elektronîk li piyê wî hatibû xistin. Parêzerê Alinakî ji bo kelemçe were rakirin serî li Midûriyeta Kontrola Serbestiyê ya Qersê daye. Serlêdan hatiye pejirandin û karmendên çûne mala Alinakî piştî bi mehekê kelemçe vekirine.
Çi bûbû?
Siyasetmedar û nivîskar Mahmût Alinakê roja 13ê Sibatê li Qersê di serdegirtina mala xwe de hatibû desteserkirin. Di 17ê Sibatê de hatibû girtin. Malbata Alinakî piştî desteserkirinê gotibû, “Mahmût Alinak di 68 saliya xwe de 10em care li girtîgehê ye.”
Piştî ku kar û barê îfadedayîna Alinakî li Miduriyeta Polîsan a Qersê bi dawî bûbû Alinak biribûn Dadgeha Qersê. Piştî îfadeyên Alinakî li dadgehê hatine girtin ew bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin û şandibûn girtîgehê.
Bi tohmeta ku dahata pirtûka xwe ya bi navê “Bêkes”î daye malbata Memet Tûnç, Hevserokê Meclîsa Gelî ya Cizîrê, danûstandinên bi xizmên wî re, nivîsên wî yê rexne li hikûmetê kirine, daxwaza lihevanîna du malbatên neyarên hev in û li Amedê bi berhevkirina zibilî re xwestiye derbarê zibilan de baldariyê çêbike Alinak hatibû girtin.
Alinak di 17ê Sibata 2020an de hatibû girtin û di 13ê Gulana 2020an de hatibû tehliyekirin. Cezayê “hepskirina li malê” dabûn Alinakî. Alinak bi bi tohmeta ku “dixwaze tevahî yan jî beşek ji xakên dewletê bixe bin serweriya serdestiya biyanî, dixwaze yekgirtina dewletê têk bibe, dixwaze beşek ji xakên di bin serdestiya dewletê de ye veqetîne û dixwaze serxwebûna dewletê lawaz bike” tê dadgehkirin û cezayê miebeta girankirî ji wî dixwazin.
Di 10ê Hezîranê de jî kelemçeya elektronîk xistibûn lingê Mahmût Alinakî.
Derbarê Mahmut Alinakî de
Hiqûqnas, parêzer, siyasetmedar, parlamenter, nivîskar.
Di sala 1952yê de li Dîgora Qersê jidayik bûye. Piştî ku dibistana seretayî li Dîgorê, Lîse li Qersê xwendiye, Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qedandiye. Di heman demê de nivîsên wî di rojnameya Gundemê de hatine weşandin. Nêzîkî 10 pirûkên wî hene.
Di hilbijartinên 1987an de li ser navê Partiya Gelparêz a Sosyal Demokratan (SHP) bûye namzetê Qersê û weke parlamenter hatiye hilbiijartin. Piştî bi çar salan li ser navê hevgirtina Partiya Kedê ya Gelî (HEP)-SHPyê bûbû namzetê Şirnexê û hatibû hilbijartin. Demekê bûye Serokê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) yê Qersê. Di hilbiijartina 2007an de li ser navê DTPyê namzetê serbixwe yê Qersê bû.
Gelek caran hatiye girtin. Kanûna Pêşiyê ya 2011an “di operasyonên KCKyê de” hatibû girtin. Di 18ê Tîrmeha 2012an de tehliye bûbû. Ji ber gotinên wî yên derbarê îşkencekirinê de 14 meh û 17 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Bi şertê kontrola edlî ji Girtîgeha Vekirî ya Qersê hatibû berdan lê bi hinceta ku tedbîrên hatine pêkanîn ret kiriye di 16ê Îlona 2014an de dîsa hatibû girtin. 5ê Kanûna 2014ê ji Girtîgeha Tîpa Fyê ya Kandirayê derketibû. (FD)